'Gel çarenûsa xwe diyar kir' 2015-06-08 13:31:47 STENBOL (DÎHA) - HDP bi namzetên hemû beşên civakê tevlî hilbijartinê bû û bi rêjeya ji sedî 13.1 benda hilbijartinê tarûmar kir. Parlamenterê elewî yê HDP'ê Alî Kenanoglu diyar kir ku rastiya Tirkiyeyê diçe parlamentoyê. Palamneterê ermenî Garo Paylan jî anî ziman ku HDP'ê hemû rengên civakê bir meclîsê. Parlamenterê suryanî Erol Dora jî got ku gelên Tirkiyeyê di vê hilbijartinê de çarenûsa xwe diyar kirine. HDP bi şîara "Em HDP em diçin meclîsê" dest bi kampanyaya hilbijartinê kir û bi rêjeya 13.1 benda li pêşiya hêzên demokratîk û gelan hatibû danîn tarûmar kir. Parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Alî Kenenoglu, Garo Paylan û Erol Dora der barê encamên hilbijartinê de nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin. 'Ev meclîs bûye meclîsa Tirkiyeyê' Parlamenterê elewî yê HDP'ê yê Herêma Sêyemîn a Stenbolê Alî Kenanoglu diyar kir ku encama ku HDP'ê bi dest xistiye rastiya parlamentoya Tirkiyeyê radixe ber çavan û ev tişt anî ziman: "Ev tabloyeke ku gelên Tirkiyeyê li bendê bû. Hemû gel û bawerî mafê ku di meclîsê bên temsîlkirin bi dest xist. Ev jî dê xizmetê ji aştiya Tirkiyeyê re bike. Divê em spasiyê xwe pêşkêşî civaka elewî bikin. Destekek mezin dan mei Em ê têkoşîna ku heta niha me meşandiye em ê bidomînin." 'Ev zimanê dijber têk çû' Parlamenterê ermenî yê HDP'a Stenbolê Garo Paylan jî got ku ev encama ku derketiye holê gelekî girîng e û wiha pê de çû: "Ev encam nîşaneya ku em dikarin bi hev re bijîn. Ew zimanê dijber û nasnameya me tune dihesiband têk çû, zimanê wekhevî û jiyana nû bi ser ket." Parlamenterê suryanî yê HDP'a Stenbolê Erol Dora jî anî ziman ku bi vê encamê re "polîtîkaya tekparêziyê têk çû". Dora got ku gelên Tirkiyeyê bi vê encamê çarenûsa xwe bi xwe diyar kirin û wiha pê de çû: "Di dîroka Tirkiyeyê de cara yekem e konseptek nû ket dewrê. HDP projeya birêz Ocalan e û di çarçıveya vê konseptê de hemû beşên ku hatğibûn wêderkirin li dora HDP'ê hatin cem hev û çûn meclîsê. Ev projeya neteweya demokratîk e û ev proje serwer bibe û bibe wesîleya avakirina komara demokratîk." (wk)