Hikûmetê prîmên cotkaran desteser kir! 2015-06-05 09:06:05 YILMAZ ERKEK AMED (DÎHA) – Li Bismîlê cotkaran diyar kirin ku ew bi ava çem û kanalên avdanê zeviyên xwe av didin lê AKP bi hevkariya DEDAŞ’ê ve prîmên wan desteser dike. Li navçeya Bismîlê ya Amedê ji ber polîtîkayên hikûmetê yên çandiniyê hatin ber îflasê. AKP a ku her carê propagandaya ku prîman dide cotkaran dike , li navçeyê prîmên alîkariyê ya hezaran cotkaran bi hinceta ku deynên wan ji DEDAŞ’ê re heye desteser kir. Li gorî biryara ku 27’ê gulanê ya Lijneya Wezîran deynên cotkaran heta ku bidin dê alîkarî neyê dayîn hate girtin û di rojnameya germî de hate weşandin. Li ser vê yekê hilberînerên navçeyê yên pemboyê prîmên wan ên piştgiriyê ji aliyê DEDAŞ’ê ve hate kişandin. Hiyberîneran diyar kirin ku ew bi ava çem û kanalan ve avê didin zeviyên xwe û AKP’ê bi hevkariya DEDAŞ’ê ve prîmên wan desteser kiriye. Hilberînerê bi navê Bayram kardeşoglu adiyar kir prîmên qan ên 2013-2014’an hatine blokekirin û wiha wiha axivî: “Ez zeviya xwe bi ava çem ve av didim ji bo vê yek^emin daxwazname jî nivîsand hetin tespîtkirin û piştre pereyên min dan. Niha jî heman tişt kirine, prîmên alîkariyê hatine blokekirin min serî li DEDAŞ’ê da. Ligel ku salên bor îmin ev yek dabû tespîktirin j^içima heman tiştî dikin. Min îtiraz kir. Pereyê min hatiye blokekirin û nadin min.” ‘DEDAŞ’ê pereyê min xesp kir’ Kardeşoglu bilêv kir ku 200 hezar TL pereyê ku bigire heye û ligel ku ew bi ava çem zeyivay xwe av dide jî ji hesabên wî pereyê wî hatiye kişandin. Kardeşoglu got ku ji ber ku niha ji serlêdanan encam negirtine baweriya wî bi darazê nemaye û wiha got: “Prîmên min ê piştgiriyê bêyî agahiya min ji aliyê DEDAŞ’ê ve hatiye girtin. Ez nikarin ji hesabê bavê xwe pere bikişînin lê DEDAŞ diçe pereyê hesabê min de dikişîne.” Cotkarê bi navê Îsmaîl Eşen jî diyar kir ku ew bi kanala avê ya Farqînê ve zeviya xwe av dide lê ligel vê yekê jî prîmên wî hatiye desteserkirin. Eşen wiha axivî: “Ez di heman demê de endamê Yekîtiya Avdana Farqînê m emin prîmên xwe da. Ligel ku deynê min v^eceryanê tune jî DEDAŞ û AKP prîmên min bloke kir.” Welatiyê bi navê Mehket Altay jî got ku AKP’ê hemû cotkarên herêmê firotiye AKP’ê û bi biryara lijneya wezîran a di şevekî de hemû prîmên cotkaran hatiye desteserkirin. Altay got ku dê bi heman awayî prîmên hilberînerên garisan jî bên blokekirin û coktar hatine asta îflasê. Serokê Yekîtiya Hilberînerên Pemboyê Hasan Vural jî anî ziman ku DEDAŞ bi destê Lijneya Wezîran ve neheqiya mezin li coktaran dike û jixwe rewşa coktaran ne baş e ligel vê yekê jî tên deyndarkirin. Vural got ku cotkar ji ber buhayê hububatê zirarê dikin ji ber ku buhayê pembo ir erzan e hilberîneran pir zirar kirin. Vural bilêv kir ku niha dewlet li şûna prîm bide cotkaran DEDAŞ neheqişê dike û prîman bloke dike, cotkar êdî nizanin dê çi biçînin û heta niha li navçeyê 200 hezar donim erd dihat çandin lê niha ketiye 150 hezar donimê. (sa)