Karkerê di medya civakî de got ‘HDP’ ji kar hat qewirandin 2015-06-02 09:09:55 ÎBRAHÎM POLAT RIHA (DÎHA) - Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê karker Mehmet Kilinç ku di Kampa Penaberan a Tel Hamutê de wekî karkerê taşeron dixebitî ji ber di metya civakî de got "HDP" ji kar hat qewirandin. Xwediyê Şîrketê jî diyar kirin ku Kilinç neheqî li Serokomar Erdogan kir û ji ber vê yekê wan ew ji kar derxist. Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê piştî hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 2014'an AKP'ê li hemû saziyan xwe bi cih kir û kadroyên xwe ava kirin. AKP'ê nêzî 150 karkerên di firmaya taşaronê ya şaredariyê de dixebitîn ji kar avêtin. Li aliyê din soza ku wan di Perwerdehiya Neteweyî, Îşkur, nexweşxaneya dewletê de bidin xebitandin dide. Li aliyekî soz dide ku wan bide xebitandin, li aliyê din karkerên kurd ên li Kampa Penaberan a Telhamutê ji kar derdixe. Hinceta ji kar avêtinê jî çima di medya civakî de gotiye "HDP". Di qada civakî de got ‘HDP’ hat avêtin Karker Mehmet Kilinç ku di Kampa Penaberan a Tel Hamutê de wekî karkerê taşeron dixebitî ji ber di metya civakî de got "HDP" ji kar hat qewirandin. Kilinç anî ziman ku ji ber navê wî di lîsteya HDP’ê de derba dibû ji kar derxistin û wiha got: "Min di sala 2011'an de li ser Îşkurê dest bi kar kir. Piştî kamp hat avakirin jî ez wekî karker xebitîm. 3-4 meh berê lîsteyek hat. Gotin kesên dengê xwe nedin AKP'yê dê ji vêlîsteye derxin. Di wê lîsteyê de navê min û hevalên min jî hebûn. Şîrket li hevalekî min geriyan û gotin ‘We di medya civakî de têkildarî HDP'ê de parvekirin kiriye. Wê parvekirinê ji medya civakî derxin an jî em dê we ji kar bavêjin' û gef li me xwarin. Piştî wê midûrê şîrketê li megeriya û dawî li karê me anî. Kilinç anî ziman ku ew arasteyî xwediyê şîrketê Îsmail Guneş kirine û dema sedema jiderxistina kar pirsîye, Îsmaîl Guneş jî gotiye ‘Te di facebook’ê de têkildarî HDP ê parve kiriye. ‘Kurdên HDP’î dibin hedef' Kilinç anî ziman ku Şaredarê AKP'î û rêveberên AKP'ê ferman dane û bi fermanê. Di lîsteyê de ji bilî 55 karkeran navê 12 karkeran bû. Bi giştî di listeyê de 67 karker hene. Hemû kurd in û HDP’î ne. AKP’î û qeymeqam fermanê dide ku karkerên HDP'î ji kar bên avêtin. Ez niha ji kar derxistim. Dê kesên din jî yek bi yek ji kar derxin. Li şûna me dê xizmên Şaredarê AKP'î Menderes Atilla di kar de bicih bikin. Xwediyê Şîrketê Îsmaîl Guneş jî diyar kir ku Kilinç neheqî li Serokomar Erdogan kir û ji ber vê yekê li ser fermana Qeymeqamê Serêkainyê wan ew ji kar derxistiye. (mae)