Berxwedana karkerên BEDAŞ'ê bi ser ket 2015-05-29 16:25:52 STENBOL (DÎHA) - Karkerên BEDAŞ'ê yê ku ev 292 roj in li ber xwe didin, bi midûrê BEDAŞ'ê Mehmet Îslamoglu û rayedarên BEDAŞ'ê re hevdîtin pêk anîn. Hat ragihandin ku ji roja yekşemê şûnde karkerên ku dixwazin vegerin ser kar dê dest bi kar bikin. Karkerên BEDAŞ'ê yê ku ev 292 roj in li ber xwe didin, bi midûrê BEDAŞ'ê Mehmet Îslamoglu û rayedarên BEDAŞ'ê re hevdîtin pêk anîn. Heyeta ku ji Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, Serokê Enerjî Senê Alî Duman û hin karkeran pêk dihat bi midûrê BEDAŞ'ê Mehmet Îslamoglu re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtina ku rayedarên BEDAŞ'ê jî amade bûn de encameke êrenî derket holê. Heyeta karkeran piştî hevdîtinê daxuyaniyek kurt da û diyar kir ku ji roja yekşemê şûnde karkerên ku dixwazin vegerin ser kar dê dest bi kar bikin. Heyetê ragihand kupêvajoya karker vegerin ser karê xwe hatiye destpêkirin û anî ziman ku di encamê de wan konê xwe yê li Talîmhaneyê ya Beyoglu rakirine. (sde/wk)