Ji ciwanên Rihayê konsera 'Xwedî Derkeve' 2015-05-21 09:51:42 RIHA - (DÎHA) - Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Harranê (HODER) di çarçoveya pêngava “Xwedî Derkeve” ya ku bi dirûşma “Li ax, av, enerjî, xweza, ziman û çanda xwe xwedî derkeve” de konser li dar xistin. Namzeda HDP'ê û Dayika Aştiyê Hedlê Ogûr got ku bi hezaran ciwanên wan şehîd ketin û êdî dem dema azadiya hemû gelên mazlûm û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Harranê (HODER) di çarçoveya pêngava “Xwedî Derkeve” ya ku bi dirûşma “Li ax, av, enerjî, xweza, ziman û çanda xwe xwedî derkeve” de konser li dar xistin. Namzedên HDP'ê yên Rihayê Leyla Guven, Hedlê Ogûr û Yasîn Batan, Namzeda HDP'ê ya Îzmîrê Pinar Aydinlar, KESK, DEM-GENÇ, HDP, DBP, Dayikên Aştiyê û hezaran ciwan tevli konserê bûn. Konsera li salona ŞÛTÎM'ê hat lidarxistin. Li salona konserê posterên Rêberê PKK'ê Abdullha Ocalan, Mazlûm Korkmaz, şehîdên endamên HODER'ê, alên PKK, KCK, YPJ, YPG û HDP'ê hatin daliqandin û pankartên "Vejîn qediya, banga azadiyê bikin û ji bo Serok Apo a niha azadî" , "Ji mêtingeriyê re, fihûşê re, tiryakê re, sîxurtiyê re, pişavtinê re û ji bo leşkeriya mecbûrî êdî bes e" û "Li ax, av, enerjî, xweza, Serok, ziman û çanda xwe xwedî derkeve" hat daliqandin. Di têketina hêwanê de standên kovara Ozgur Halk û Demokratîk Modernîta hatin vekirin. Li standên hatibûn vekirin pirtûkên Ocalan jî hat firotin û stand rastî eleqeyeke mezin hatin. Di konserê de ciwanan dirûşmên "Bijî serok Apo" , "Şehîd namirin" , "Jin jiyan azadî" û "Em HDP ne HDP dê biçe meclîsê" berz kirin. Konser bi rêzgirtinê dest pê kir. 'Tevgera PKK'ê şewq da hemû gelên bindest û mazlûm' Di Destpêkê de berdevkê ciwanên Rihayê Osman Akpolat axivî û qala pêngava "Xwedî Derkeve" kir. Akpolat da zanîn ku erdnîgariya Kurdîstanê cihê qehremanan û şoreşê ye. Akpolat bi lêv kir ku Tevgera Azadiya Kurdan dê ji çar perçeyên Kurdîstanê re azadiyê bîne û wiha got: "Navê vê tevgerê jî PKK'ye. Ev tevgera bi tekoşîneke bêhempa bi pêşengiya Serok Apo re şewq da hemû gelên bindest û Rojhilata Navîn û bû hêviya rizgariya hemû gelên mazlûm." Piştre jî Koroya Zarokên Rojava derket ser dikê û bi eleqeyeke mezin hat guhdarkirin. 'Êm ê roja 7'ê hezîranê mizgîniyeke mezin bidin Serok' Namzeda HDP'ê Leyla Guven jî diyar kir ku pêngava ciwanan û xwedîderketina wan a li nirxên xwe pîroz kir e û wiha axivî: "Riha cihekî pir girîng e. Berîya her tiştî welatê Serokatiye ye. Divê em li vî welatî baş xwedî derkevin û heta dawiyê jî ji bo azadiya Serok têbikoşin. HDP jî wek hûn jî zanin projeya Serok e. HDP her diçe ber bi serkeftinê ve diçe. Yên tehemmulî vê mezinbûnê nakin her roj êrîşî me dikin. Em bi van êrîşan têk naçin. Roja 7'ê hezîranê em ê serokê xwe azad bikin." 'Êdî dema azadî û azadiya Ocalan hatiye' Namzeda HDP'ê û Dayika Aştiyê Hedlê Ogûr jî diyar kir u çend sal in ciwanên wan ji bo azadiyê û jiyanekî bi rûmet şehîd dikevin. Ogur anî ziman êdî dema azadî û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye û wiha got: "Keça min jî şehîd ket û du zarokên min jî tevli refên gerîla bûn. Ji bo aştiyê çi ji destên me tê em dikin lê tu mebesta vê hikûmetê ku aştiyê bînê tune ye. Ji bo pêvajo bi dawî bibe çi ji destê hikûmetê tê dike. Herî dawî li Agirî, Mersîn û Edeneyê ev lîstikên xwe yên qirêj dan meşandin. Em dibêjin bila êdî ciwan nemirin. Bila dayik negirîn êdî. Ji bo aştî û azadiyê çi ji destê me bê em ê bikin." Piştre sînevîzyona endamên HODER'ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan hat pêşandan. Konser bi stranên Pinar Aydinlar û Hîvron û gerandina govendê berdewam kir. (msd/bd)