Barzanî li Emerîqayê ye 2015-05-04 22:08:11 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî duh çû Amerîkayê û dê hefteyekê li Emeriqayê hevdîtinan bike. Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî duh çû paytextê Emerîqa Waşingtonê. Barzanî û heyeta pêre Wezîrê Pêşmerge Misfeta Seyid Qadir, Wezîrê Samanên Siruştî Aştî Hewramî, Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî, Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fuad Hisên , Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê avedankirinê Derbaz Kosret dê hefteyekê li Emerîqa bi rayedarên dewletê re hevdîtinan bikin. (mae)