Cejna 1’ê Gulanê: Qedexe, binçavkirin û êrîş! 2015-05-01 16:24:03 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) – Li Tirkiyeyê bala hemû kesan li ser pîrozbahiyên 1’ê Gulanê ya Taksîmê ye, li bajarên cuda yên Tirkiyeyê jî pîrozbahiyan de karker rastî qedexe, êrîş û mudaxaleya polîsan hatin. Li Bartinê 1’ê Gulan a ku her sal tê pîrozkirin îsal hadî qedexekirin. Ji bo qedexeya mîtîngê mîtînga Serokwezîr Tayyîp Erdogan a li bajar bê lidarxistin wekî hincet hate nîşan dan. Komîteya Amedekar a 1’ê Gulanê têkîldarî mijarê li ber avahiya Egîtîm Sen’ê kom bû heta ber avahiya şaredariya kevn bi kortejan meşiyan û biryar şermezar kir. Jibilî sendîkayên girêdayî KESK’ê, Halkevlerî, CHP, Tevgera Hezîranê û HDP’ê beşdarî çalakiyê bûn. Li Nîgdeyê 34 kes hatin binçavkirin Li Nîgdeyê polîsan êrîşî pîrozbahiya 1’ê Gulanê kir. Polîsan êrîşî mîtîng ali qada bajar a ji aliyê KESK, HDP û rêxistinên sivîl ên civakî bûn kirin. Bi taybetî korteja HDP’ê bû hedefa êrîşên polîsan. 34 kesên di nav de rêveberên HDP’ê jî hene hatin binçavkirin. Li Aksarayê êrîşa faşîst Li Aksarayê hin rêxistinên demokratîk, komeleyên gundan û HDP jî di nav de partiyên siyasî ji bo pîrozbahiyê hatin cem hev. Girse rastî êrîşa komeke nijadperes hat. Beriya pîrozbahiyê Rêxistina HDP’ê ya Aksarayê û Meclîsa Xwendekarên Welatparêz û Demokratîk a Aksarayê ji bo 1’ê Gulanê ji walîtiya destur girt. Walîtiyê piştre saetên daye guherand. PArtiyên siyasî, rêxistinên kedê û rêxistinên civakî ber bi qada Bajar a Aksarayê ve bi kortejê dest bi meşê kirin û bi dirûşman dema ku dimeşiyan li qada bajar koma faşîst êrîşî xwendekarekî birin û xwendekar birîndar bû. Xwendekarê birîndar bû tê dermankirin. Li Çorumê rengê HDP’ê Li Çorumê kedkarên ku xwestin 1’ê Gulanê pîroz bikin li Parka Haci Bektaş-i Velî kortej ava kirin û ber bi qada 1’ê Gulanê ve dest bi meşê kirin. Jibilî gelek rêxistinên kedê, rêxistinên demokratîk jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de korteje HDP’ê bi beşdarbûn û rengên xwe ve bal kişand. Namzetên HDP’ê yên Çorum êli pêşiya kortejê meşiyan û di meşê de ji bo Kobanê, Şengal û Rojava dirûşm hatin berzkirin. Jibilî van dirûşman girseyê dirûşmên “Bijî yekîtiya karkeran” “Her der Taksîm her der berxwedan” berz kirin. Pîrozbahî bi govend, çepik, dirûşm û tîlîliyan bi dawî bû. (sa)