'Hêviya karker û kedkaran HDP ye' 2015-05-01 09:44:59 MEHMET SIDDIK DAMAR RIHA (DÎHA) - Serokê Giştî yê KAŞÎP'ê Hakan Aydin da zanîn ku heta niha tu hikûmet û partî ji bo karker û kedkarên taşeron tu xebat ne meşandine û wiha got: "Ji bo mafên karker û kedkaran HDP hêviya azadiyê ye. Em wek karker û kedkar bi hatina HDP'ê re pirsa rewşa dike pir kêfxweş in. Em bi hêvî ne ku dê taşerontî bi saya HDP'ê ji holê rabe." Serokê Giştî yê Komeleya Personelên Şîrketên Cemaweriyê (KAŞÎP) Hakan Aydin got ku heta niha tu hikûmet û partî ji bo karker û kedkarên taşeron tu xebat ne meşandine û anî ziman ku bi danezana HDP'ê bi hêvî û kelacan bûne. Aydin destnîşan kir ku HDP bendê derbas bike û ji bo karker û kedkaran bibe roniya hêviyê hemû gelan e. Aydin diyar kir ku bûyerên madenê yên weke li Soma, Karaman û Şirnexê pêk hatine ji ber kêmasiya ewlehiyê ye û ev tişt got: "Ji be ku mafên karker û kedkaran li vî welatî tune ye mirin ji wan re erzan e. KAŞÎP tenê ne li cem karkerên taşeronê ye, li cem hemû karkeran e û em mafên hemû karkeran digerin." 'Pergala taşerontiyê wek hişmendiya Nemrûd e' Aydin bi lêv kir ku hikûmet newekheviyê dixin navbera karkerên sendîka û taşeronan û wiha axivî: "Karkerên taşeronê li hemberî neheqiyên û bindestiyê li ber xwe didin. Heta hikûmet mafên me bidin me em ê heta dawiyê têbikoşin. Pergala taşerontiyê wek hişmendiya Nemrûdî ye. Em wek karkerên taşeron her tim li hemberî van neheqiyan disekinin. Em jî li hemberî van Nemrûdan wek berxwedana Îbrahîmî rawestiyane û heta em mafên xwe jî bistînin em ji qada dernakevin. Kadro mafê me yê herî xwezayî ye. Bila hikûmet dengê me bibihîze." 'Yên me nefikirin em ê jî wan sindoqan de tune bikin' Aydin bal kişand ser danezana AKP'ê û wiha pê de çû: "Berpirsiyarê me hikûmeta AKP'ê ye. Di danezana xwe de bi tu awayî behsa karkerê taşeronan nakin. Ev 12 sal in ku ji bo me tu gav neavêtine. Di danezanê de jî qala me bikin jî em nema bawer dikin. Êdî nema karin me bixapînin. Yên me nafikirin em jî wan nafikirin. Lê yên me nefikirin em ê jî dema hilbijartinê wan têxin sindoqan. Hikûmeta dema me bifikiryana li Soma, Ermenek û Şirnexê ev bûyerên madenê û komkujiyê dernediketin holê. Berî her tiştî ewlehiya canê me tune ye. Heta em mafên xwe nestînin em ji qadan dernakevin. 'Em ê bi saya HDP'ê rojên xweş bibînin' Aydin bi lêv kir ku ji bo mafên karker û kedkaran HDP hêviya azadiyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wek karker û kedkar bi hatina HDP'ê lêpirsîna karkeran pir kêfxweş in. Em bi hêvîne ku dê taşerontî bi saya HDP'ê ji holê rabe. Ez di wê baweriyê de ne ku dê bi saya HDP'ê em ê rojên ronî û xweş bibînin. 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê li hemû karker û kedkaran pîroz be." (msd/wk)