Taksîm di bin dorpêça polîsan de ye 2015-05-01 08:50:24 STENBOL (DÎHA) - Li Qada Taksîmê ya ku ji pîrozbahiyên 1'ê Gulanê re hatî qedexekirin serê sibê tevgera polîsan hat jiyîn. Polîs ji bo bi komî ketina Qada Taksîmê asteng bike hemû riyê girtin. Ji Stenbolê re bi taybet ji bajarên Kurdistanê gelek polîsa sewqî sewqkirin. Qada Beşîktaş û ber Mizgefta Şîşlî ya ku karker dê lê kom bibin û ber bi Qada Taksîmê ve bimeşin ji aliyê polîsan ve bi TOMA û wesayîtên zirxî hatin dagirkirin. Li Qada Taksîmê ya ji 1'ê Gulanê re hatî qedexekirin bi tevgera polîsan dest bi rojê kir. Hemû riyên ber bi Taksîmê ve diçin serê sibê hatin girtin. Tenê riyên diçin Taksîmê na her çar aliyên Taksîmê şevê din bi bariyeran hate girtin. Yekîneyên Şaredariya Bajarê Mezin ên Stenbolê bi polîsan re bariyer danîn. Polîsan avahiya HDP'ê derpêç kir Kolana avahiya HDP'ê ya Bajar a li Tarlabaşi ji aliyê polîsan ve hate girtin. Hemû riyên Tarlabaşi yên ber bi Taksîmê ve diçin hatin girtin. Li Bulvara Tarlabaşi jî gelek wesayîtên îtfaiyeyê hatin bicihkirin. Ji Kurdistanê sewqiyata polîsan Weke her sal îsal jî ji her aliyê Tirkiyeyê ber bi Stenbolê ve polîs hatin sewqkirin. Bi taybet polîsên hatin şandin ji bajarên Kurdistanê hatin balê dikêşîn. Polîsên ji Amed, Çewlîk, Dîlok, Mûş, Qars, Riha, Erzirom û Edeneyê anîn Stenbolê li Qada Taksîm û riyên Taksîmê hatin bicihkirin. Hate ragihandin ku derveyî Stenbolê hezar û 500 polîs bi balafiran anîn Stenbolê. Polîsên bi balafiran anî balafirgehê bi wesayîtên ÎETT'ê bin derdora Taksîmê. Şîşlî bi polîsên tevlî tejîbû Hemû riyên Şîşlî û Mecîdiyekoyê yên ber bi Taksîmê ve diçin hatin girtin. Li gelek nokteyan polîs bi wesayîtên zirxî lê hatin cihkirin. Gelek polîs li ber Mizgefta Şîşlî ya ku dê karker lê kom bibin û ber bi Takîsmê ve bimeşin hatin bicihkirin. Balkêşe ku li heman nokteyê wesayîtên ayîdî Şaredariya Bajarê Mezin ên Stenbolê tên sekinandin. Ligel polîsên çewîk îsal gelek polîsên sivîl jî peywirê digirin. Beşiktaş di dorpêça polîsan de ye Hemû riyên Qada Beşîktaşê jî ya ku karker û kedkar lê kom bibin û ber bi Qada Taksîmê ve bimşeşîn jî hatin girtin. Bi taybet gelek polîs li Kolana Çiragan û Balmumucu hatin bicihkirin û girtin. Bulvara Barbarokê bi temamî di bin dorpêça polîsan de ye. Di ketina Qada Beşîktaşê bi 3 TOMA û sedan polîsên çewîk û hemû kolanên din jî bi polîsên copên wan di çanteyên piştî de heyî girtin. Polîs ji rojnamegeran "qerte zer dixwaze" Ofîsa Xebatê ya Serokwezîr a Dolmabahçeyê ji aiyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Ji Okmeydani re polîsên sivîl Hemû riyên Okmeydani ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Li serê kolanan wesayîtên zirxî û li gelek nokteyan jî polîsên sivîl di otobusan de disekinin. Hate ragihandin ku otobusên di nava bajar de dixebtin li Okmeydani naxebetin. Dê ji Beşîktaş û Şîşliyê bimeşin Kedkar û karker dê ji Qada Beşîktaşê seat di 11.00'an de ji ber Mizgefta Şîşliyê jî seat di 12.00'an bên cem hev û ber bi Qada Taksîmê ve bimeşin. (bd)