Ji Kazanci Yokuşu bang: Ji vê qadê vegerîn tuneye 2015-04-29 16:27:12 STENBOL (DÎHA) - Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê 35 karkerên di 1'ê Gulana 1977'an hatin qetilkirin li Kazanci Yokuşu bîranîn. Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu di bîranînê de axivî û wiha got: "Ji vê qadê êdî vegerîn tuneye. Em di 1'ê Gulandê li Taksîmê ne." Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî wiha got: "Qedexeya Taksîmê qedexeya 1'ê Gulanê ye." Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê 35 karkerên di 1'ê Gulana 1977'an hatin qetilkirin li Kazanci Yokuşu bîranîn. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), Namzetên HDP'ê yên Stenbolê û gelek kesên din tevlî bernameya bîranînê bûn. Di bîranînê de pankarta "Bijî Yek Gulan" hate vekirin û dirûşmeyên "Bijî Yek Gulan", "Li hemberî faşîzmê mil bidin hev" û "Şehîdên şoreşê nemir in" hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Komîteya Amedar a 1'ê Gulanê Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu axivî. 'Em 1'ê Gulanê di bin siyas mirovên çekdar de derbas nakin' Çerkezoglu axaftina xwe bi bîranîna kesên di pîrozbahiyên 1'ê Gulanê de hatin qetilkirin dest pê kir û wiha got: "Em di 1'ê Gulana 1977'an bi mîlyonan li vir bûn. Hêvî li vir bû. Provokasyona dewletê li vir bû. Kombûna karkeran, bi hev re staran gotin hemznekirin." Çerkezoglu 1'ê Gulanê yên di salên 2010-2011'an bibîrxistin û kesên li Qda Taksîmê ber xwe dan sivlav kirin. 'Taksîm bû tirsa xeva desthilatdaran' Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lazmî Ozgen jî diyar kir ku Qada Taksîmê bûye tirsa xevna desthilatdaran. Ozgen balkişand ser girîngiya nasnameya Qada Taksîmê û wiha got: "Nasnameya dewletê ya polîtîk û bîrdozî heye. Sekana wan a li hemberî Taksîmê ji ber nasnameya wan a cînî ye." Piştî axaftinan qurnefîl danîn Kazanci Yokuşu. 'Qedexeya Taksîmê qedexeya 1'ê Gulanê ye' Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî bersivên rojnamegeran da û diyar kir ku Qada Taksîmê li Tirkiyeyê bûye sembola 1'ê Gulanê û wiha got: "Ez dê mînakekî bidim dibe ku fişal be jî.Misliman ji bo bibin Hecî diçin Kabeyê Musevî jî diçin Kudusê.Navendên baweriya olan hene.Mabet hene. Ji bîlî wan cihan li tu cihên din nayên kirin.Ez weke baweriyekî olî nabêjim.Lê ev der jî bo karkeran gelek girîng e. Heke li vir 1'ê Gulanê neyê pîrozkirin wê rojê li Tirkiyeyê 1'ê gulanê nehatî pîrozkirin tê hesibandin. Qedexeya Taksîmê qedexeya 1'ê Gulanê ye." Demîrtaş bang li Davutoglu kir Demîrtaş wiha bang li Serokwezîr Ahmet Davutolgu kir: "Werin di vê 1'ê Gulanê de bêyî rageşî karker bila weke cejnê cejan xwe pîroz bikin. Em jî weke siyasetmedar li cem karkeran cih bigirin. Bi taybet Birêz Serokwezîr berpirsiyar li cem te ye. Divê teqez Qda 1'ê Gulanê ji pîrozbahiyê re bê vekirin. Em weke HDP mafdariya sendîkayan di cih de dibînin. Ji bo tu şîdet pêk neyê em dê kedê bidin." Piştî bîranînê endamên komîteyê derbasî Şîşhaneyê bûn û Mehmet Akîf Dalci yê ku di 1'ê Gulana 1989'an de hati qetilkirin bîranîn. (bd)