Bi coşa Newroz û Kobanê dê 1'ê Gulanê pîroz bikin 2015-04-29 09:02:15 STENBOL (DÎHA) - Karkerên ku ji bo sendîkayî ne û ji ber amûrên ewlehiya kar xwestin ji kar hatin derxistin bangewaziya 1'ê Gulanê roja cejna karkeran kirin. Karkerê BEDAŞ'ê Recep Gazîgarîpoglu ye ku ji bo amûrên ewlehiya kar xwestin ji kar hat derxistin diyar kir ku ew dixwazîn 1'ê Gulanê bi coşa azadiya Kobanê pîroz bikin û got, "Bi coş û biratiya Newrozê em dixwazin 1'ê Gulanê pîroz bikin." Ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê amadekariyên karkeran didomin. Karkerên nexweşxaneya Zaningeha Maltepeyê yên ku ji bo sendîkayî ne û karkerên BEDAŞ'ê yê ku ji ber amûrên ewlehiya kar xwestin ji kar hatin derxistin bangewaziya tevlibûna pîrozbahiyên Cejna Karkeran a 1'ê Gulanê kirin. 'Bi hêzeke xurt werin tevlî 1'ê Gulanê bibin' Karkera bi navê Nîlufer Akkaya ya ku di Nexweşxaneya Zanîngaha Maltepeyê de dixebite û ji ber sendîkayî bû ji kar hat derxistin diyar kir ku heta niha ew çar caran tevlî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bûyê û ev cara yekemînê dê bi sendîkayî tevlî 1'ê Gulanê bibê. Akkaya ya ku dayika du zarokan e anî ziman ku karkerên ku mafê xwe dixwazin û ji kar tên derxistin û wiha axivî: "Ji ber dewlet ne li cem karkeran e Taksîmê ji karkeran re qedexe dike, lê em karker dê li gel hemû qedexeyan biçin qada Taksîmê." Akkaya bûyerên di sala 1977'an de pêk hatin jî bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li wir ji bo 8 saetan karkeran canê xwe dan, ji ber vê jî em ê biçin Taksîmê. Her wiha ez bang li gelan dikim ku bi hêzeke xurt tevlî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bibin." 'Dê tekoşîna xwe li qadan berdewam bikin' Melek Işik a ku li nexweşxaneya Zaningeha Maltepeyê dixebite û ji ber sendîkayî bûn ew û hevserê xwe ji kar hatin derxistin jî bi lêv kir ku ew dixwazin di roja cejna karkeran de vegerin karê xwe û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: "Divê dewlet vê cejnê qedexe neke. Roja 1'ê Gulanê heta ji destê me were, em ê bikevin Taksîmê û 1'ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin." Işik di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew roja 1'ê Gulanê mafê xwe dixwazin û bang li karkeran kir ku tevlî 1'ê Gulanê bibin. Vedat Poy ê ku çar salan di nexweşxaneya zaningeha Maltepeyê xebitî û ji kar hat derxistin jî wiha nêrînên xwe anîn ziman: "Em ê 1'ê Gulanê bi hemû hevalên xwe re dê li qadan bin. Li Taksîmê çiqas polîs hebin jî em ê bi tekoşîna xwe biçin Taksîmê." Di 1'ê Gulanê de dê li Taksîme bin Karkerê BEDAŞ'ê Recep Gazîgarîpoglu yê ku ji bo amûrên ewlehiya kar xwestin ji kar hat derxistin jî derbirî ku ji bo Stenbolê 1'ê Gulanê Taksîmê û wiha got: "Wateya Taksîmê girîng e. Ev 9 meh in em li Taksîmê li ber xwe didin. Em ê bi dirûşmeya 1'ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin tevlî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bibin." Gazîgarîpoglu bi gotina "1'ê Gulanê ne bi Taksîmê sînorê, li cîhanê tê pîrozkirin. Ji ber em li Stenbolê dijîn em ê li Taksîmê bibin" gotinên xwe derbîri. Gazîgarîpoglu anî ziman ku ew dixwazin 1'ê Gulanê bi coşa azadiya Kobanê pîroz bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi coş û biratiya Newrozê em dixwazin 1'ê Gulanê pîroz bikin." (sde/ça)