KCD'ê banga tevlîbûna mitînga 1'ê Gulanê kir 2015-04-28 13:44:44 AMED (DÎHA) - KCD'ê ji bo tevlîbûna mitînga 1'ê Gulanê ya dê li Êlihê pêk bê kir û bang li hemû kedkaran kir ku tevlî mitîngê bibin kir. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî mitînga 1'ê Gulanê ya dê li Êlihê pêk bê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Diwana KCD'ê, Dayîkên Aştiyê, Rêxistinên Kedê û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bin. Endama Diwana KCD'ê Salîha Aydenîz daxuyanî xwend û diyar kir ku divê hemû karker li hemberî hişmendiya ez ezî ya li Tirkiyeyê bi reng, xweseriya xwe, xwe rêxistin bikin û wiha got: "Kedkar û karker hêj ji aliyê pergalê ve tên mêtingerkirin, di şertên gelek dijwar de û bê ewlehî tên xebitandin." 'Divê 1'ê gulanê bi coşa Newrozê di 7'ê hezîranê de xwe nîşan bide' Aydenîz anî ziman ku di dest pê de 1'ê Gulanê li hemberî mêtingeriyê têkoşîna kedê derket holê lê êdî tenê ya karker û karmendan na cena hemû derdorên civakê yên tên tepisandin e û wiha axivî: "Divê rihê 1'ê Gulanê bi karker, kedkar, jin û ciwana bi hev re bi rola demokrasiyê bibe yêk û bi coşa Newrozê di 7'ê hezîranê de xwe nîşan bide." Aydenîz da zanîn ku ew dê di 1'ê Gulanê de bi tevlîbûna gelek bajarên din li Êlihê mitîngê li dar bixin. Aydenîz bilêv kir ku ew dê bi mîtînga li dar bixin 1'ê Gulana Taksîmê silav bikin û bang li hemû kesî kirin ku tevlî mitîngê bibin. (bd)