Li Meletiyê ji bo 1’ê Gulanê bangawazî 2015-04-27 17:17:50 MELETÎ (DÎHA) – Li Meletiyê Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê bi civîna çapemeniyê ji bo 1’ê Gulanê bangawazî kir. Endamên Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ya Meletiyê ji bo mîtînga 1’ê Gulanê li Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Meletiyê civîna çapemeniyê li dar xistin. KESK, TMMOB, YOL-ÎŞ civîna çapemeniyê li dar xistin û Serokê Egîtîm Sen’ê yê Meletiyê Tarik Kaya axivî. Kaya wiha got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, biratiya gelan, li dijî şer, talan û dizîtiyê, ji bo ku Somayê nedin jibîrkirin em bang li kedkaran dikin ku di 1’ê Gulanê de li Meletiyê dakevin qadan.” Malatya 1 Mayıs Tertip Komitesi üyeleri, 1 Mayıs mitingi için Eğitim Sen Malatya Kaya got ku ew ê di 1’ê Gulanê de ji duriyana Emeksîzê heta qada 1’ê Gulanê bimeşin û li vir mîtîngê li dar xin. (sa)