Gelo Cenevre 3 dê bêyî kurda çêbibe? 2015-04-26 13:34:07 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Berdevkê NY Ahmed Fevzî diyar kir ku piştî du civînên encam negirtin dê di 4'ê gulanê de civînên Cenevreyê yên 3'yemîn li dar bixin. Ji bo civînê ji aliyê NY'ê ve ji bo aliyan dewet çûn lê di nava kesên ji civînê re hatin dewetkirin kurd hene an ne nehate zanîn. Hewildanên dîplomatîk ên ji bo şerê navxeyî yê Suriyeyê bi dawî bikin berdewam dikin. Civînên Cenevreyê yên 3 sala di meha hezîranê de dest pê kirin lê piştî du civînan tu encama nehatin girtin ji bo civîna sêyemîn Nûnerê Taybet ê NY'ê yê Suriyeyê Staffan de Mistura rejîma Suriyeyê û muxalîf ji bo di 4'ê gulanê de li Cenevreyê hevdîtina bikin bang kirin. Ji civînê re Îran jî hate gazîkirin û têkildarî muxalîfên kurd de heya niha hêj tu daxuyanî nehatine dayîn. Li gorî nûçeya The New York Timesê têkildarî bangê Berdevkê NY'ê Ahmet Fevzî pirsên rojnamegeran bersivandin û diyar kir ku hedefa wan ew e ku di nava 4-6 hefteyan de civînan li dar bixin û dê ewil bi aliyan re cuda cuda hevdîtinê bikin. Di hevdîtinên Cenevre yên berê de rejîm û muxalîf bi riya navbernavan li ser maseyê hatin cem hev di civînên Rusyayê de civîn li ser heman maseyê pêk hatin. (bd)