300 karkerên komirê li Oltuyê çalakî pêk anîn 2015-04-14 20:09:31 ERZIROM (DÎHA) - 300 karkerên Xana Komirê yên li navçeya Oltuya Erziromê bê sîgorta û rûhset dixebitîn, ji bo mafê xwe biparêzin li ber Walîtî û Şaredariya Erziromê çalakî pêk anîn. Piştî pêşnûmeya "Zagona Torbe" ya der barê kar de, di hiqûqa navbera karker û karsazan de guhertin pêk hatin. Li ser van guhertinan 300 karkerên xana Şîrketa Komirê ya Oltuyê, ji kar hatin avêtin. Karkerên ku ji kar hatin avêtin, li pêş walitiyê û şaredariyê dest bi çalakiyê kirin. Karkerên ji kar hatin avêtin bi Waliyê Erziromê Ahmet Altıparmak re hevdîtin pêk anîn. Karkeran, piştî hevdîtina bi Walî re diyar kirin ku tu encam ji hevdîtinê derneket. Piştî hevdîtinê li ser navê karkeran Muhsin Gurgun, anî ziman ku ewlehiya wan a kar tune û hin caran heta 6 mehan nikarin heqê xwe bistînin û mexdûr dibin. Karker piştî axaftinê bi boneya bi Şaredarê Erziromê Mehmet Sekmen re hevdîtinê pêk bînin meşiyan şaredariyê. Lê Şaredarê Erziromê Sekmen hevdîtin qebûl nekir. Piştî şaredar hevdîtin qebûl nekir, karker ji şaredariyê veqetiyan. (mae)