Ciwanan ji bo av û xwezayê dest bi nobetê kirin 2015-04-13 16:26:09 MÊRDÎN (DÎHA) - Meclîsa Ciwanan û Meclîsa Jinên Ciwan ên DBP'ê li hemberî HES û bendavên xwezayê talan dikin hamleya "Xwedî derkeve" meş li dar xistin û nêzî Bendava Ilisuyê dest bi çalakiya nobetê kirin. Ciwanên dest bi nobetê kirin diyar kirin ku ew dê heya dawî xwedî li xweza û ava xwe derbikevin. Endamên Meclîsa Ciwanan û Meclîsa Jinên Ciwan ên DBP'ê di çarçoveya kampanyaya "Xwedî derkeve" ya di 4'ê nîsanê de starta wê dayîn li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê li hemberî HES û talana xwezayê dest bi çalakiya nobetê kirin. Ji bo nobetê ji Mêrdîn, Nisêbîn, Midyad, Êlih, Mehsert, Basa û Hezexê ciwan, rêveberên HDP û DBP, hevşaredarên herêmê hatin Kerboranê. Girseya li ber avahiya DBP'ê hatîn cem hev bi dawol û zirnayan dest bi govendê kirin. Pişt re bi pankartên "Em ax, av û enerjiya xwe komûn bikin û jiyana azad û demokratîk înşa bikin", "Xwedî li av, ax, enerjî û kolana xwe derbikeve" ber bi Bendava Ilusu ve dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmeyên "Av ax azadî" û "Bê xweza jiyan nabe" hatin berzkirin. 'Dewlet bi polîtîkayên koçberiyê dixwaze gel bike kole' Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Ciwanekî daxuyanî xwend û diyar kir ku pergala kapîtalîst her tişt kire meta û zirarê dide xweza û civakê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewlet tirk li Kurdistanê ji bo dîrok û xwezayê mêtinger bike bi hezaran gund vala kirin û welatî ber bi metropolan ve birin û mehkumî jiyana koletî kirin. 'Dewletê li Kurdistanê qirkirina çandî û ekolojîk kir' Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewlet mîrateyê çandî yê dîrok Heskîfê di bin avê de dihêle û wiha gotin: "Dewleta T.C. bi salane li hemberî gelê kurd qirkirina siyasî, ekolojî, çandî û dîrokî dike. Em ji T.C re dibêjin em dê bi hamleya xwe ya 'Xwedî derkeve' xwedî i ava, enerjî û xwezaya xwe derbikevin. Em dê heya dawî têkoşîna xwe bilind bikin." Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan jî axaftinekî kin kir. (bd)