Li Elbakê çandinî û sewalkarî tune dibe 2015-04-04 09:11:36 MEHMET DURSUN WAN (DÎHA) – Navçeya Elbakê ya Wanê ya di warê ereziyan de duyemîn navçeya mezin e ji ber pirsgirêkên aborî û binesaziyê nikare bê çandin. Serokê Odeya Zîreatê ya Elbakê Rahmî Aşkan bilêv kir ku ji ber rewşa hewayê li navçeyê tenê dikarin genim û ceh biçînin û ji ber ku kanalên avê jî nîne cotkar di asta xizaniyê de ne û çandinî û sewalkarî hatiye asta tunebûnê. Welatiyên ku li herêmê debara xwe bi çandinî û sewalkariyê ve dikin ji ber zêdebûna buhayê petrolê ji çandinî û sewalkariyê qut dibin. Li navçeya Elbakê ya Wanê welatiyên ku ji ber polîtîkayên dewletê yên koçberî û pêkûtiyê ji çandinî û sewalkariyê dûr man. Welatiyên ku di salên dawî de dixwazin çandinî û sewalkariyê bikin jî ji ber buhayê petrolê û kanalên avê nîne nikarin ereziyên xwe biçînin. Serokê Odeya Zîreatê ya Elbakê Rahmî Aşkan diyar kir ku ew hewl didin pirsgirêkên welatiyan ên çandinî û sewalkariyê çareser bikin û li Elbakê 420 donim ereziyê ku bêne çandin hene. Aşkan got ku Elbak di warê ereziyan de navçeya duyemîn e û li navçeyê welatî bi salan in bi çandinî û sewalkariyê ve debara xwe dikin. Aşkan da zanîn ku ji ber polîtîkayên salên 90’an ên dewletê ya valakirina gundan û qedexekirina zozanan li navçeyê çandinî û sewalkarî aniye asta tunebûne, welatiyên ku koçber nebûne jî di karên rojane de dixebitin û têkoşîna jiyanê didin. ‘Divê proje bên pêşxistin’ Aşkar derbirî ku piştî di 2005’an de li navçeyê Odeya Zîreatê ava kirin di warê çandiniyê de hin pêşketin çêbûye û wiha berdewam kir: “Em di warê çandinî û sewalkariyê de nikarin bên asta ku em dixwazin. Sedema vê yekê jî ew e ku coktarên me di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Tu hatineke wan nîne û petrol pir buha ye.” Aşkan got kul i navçeyê kanalên avdanê nîne û li hin gundan kanalên dema ermenan de hatine çêkirin hene lê ew jî êdî nikarin bên xebitandin. Aşkan bilêv kir ku ji bo qadên çandiniyê bên aktîfkirin ji aliyê DSÎ û Şaredariya Bajarê Mezin ve kanalên avê û cihê avdanê bên çêkirin, ji bo ku cotkar tevli hilberînî bibin jî projeyên teşwîqî çandiniyê tên kirin bê amadekirin. Ji navçeyê 7 hezar malbat çûn Aşkan got ku ji ber şertên awhewayê li navçeyê tenê salê careke behrem tê girtin û ev tiş anî ziman: “Dema ku mirov van tiştan têne ber çavên xwe encamake baş nayê bidestxistin. Em nikarin ji 136 gundan bibin bersiv. Ji ber kul i Midûriyeta Çandiniyê ya Navçeyê hejmara xebatkaran kêm e, endezyarê zîreatê, beytar û zooteknît ni asat kut ê xwestin de nîne em nikarin ji bo gel bibin bersiv. Nikarin perwerde bibin û perwerde bikin.” Aşkan anî ziman ku ji hezîrena 2014’an heta niha gund bi gund geriyane û têkîldarî çandiniyê semîner dane, ji ber ku derfetên Odeya Zîreatê kêm in nikarin tam piştgiriyê bidin gel. Aşkan destnîşan kir ku 2011 û 2014’an de ji ber ku nekarîn debara xwe bikin ji navçeyê 7 hezar malbat koçber bûne, heke bikaribin piştgiriyê bidin cotkaran dê pêşiya koçberiyê bigirin, heke ne wisa bê pêşiya koçberiyê nikarin bigirin. (sa)