'Em ê di 1'ê Gulanê de li Taksîmê bin' 2015-03-31 14:23:31 STENBOL (DÎHA) - Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko der barê pîrozbahiya 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê de daxuyanî da û wiha got: "Werin em bi hev re di Qada Taksîmê daxwazên xwe ya aştî, demokrasî û azadiyê berz bikin." DÎSK, KESK, TMMOB, TTB der barê amadekariyên pîrozbahiya 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê civînek çapemeniyê li dar xist. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, Hevserokê KESK'ê Lamî Ozgen, Endamê Konseya TTB'ê Dr. Huseyin Demirdizen û gelek kedkar beşdarî civînê bûn. Di salona ku civîn li hate darxistin de pankarta "1'ê Gulanê"hat daliqandin. Li ser navê konfederasyon û rêxistinên kedê Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko daxuyanî xwend û diyar kir ku amedekariyên wan ên ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê hêj didome. Beko da zanîn ku roja 1'ê Gulanê li hemû bajarên Tirkiyeyê kedkar dê li qadan bin û wiha got: "Ji bo mafên xwe em ê di 1'ê Gulanê de li Taksîmê bin." Beko anî ziman ku pirozbahiya ku li Taksîmê bê kirin mafek zagonî ye û wiha pê de çû: "Li Qada Taksîmê hevalên me ji aliyê kontrgerîlayan ve hatin qetilkirin. Ji bo biranîna hevalên xwe em ê di 1'ê Gulanê de dixwazên xwe li Qada Taksîmê bînin ziman." Beko da zanîn ji bo pirozbahiyê bi Wezîrê Karê Hundir re hevdîtin pêk bînin û wiha berdewam kir: " Em daxwaz dikin ku ev hewldana me bê bersiv nemîne û bi hinceta qedexekirinê 1'ê Gulanê li me û gelên Stenbolê jehr nekin." Beko herî dawiyê bang li partî û sazîyên ku ji aliyên kedê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Werin em bi hev re li Qada Taksîmê daxwazên xwe ya aştî, demokrasî û azadiyê berz bikin. " Daxuyaniyê bi berzkirina dirûşmên "Şehîdên 1'ê Gulanê nemirin" û "Bijî 1'ê Gulanê" bi dawî bû. (rk-nvt/wk)