Zarokên Kobanê di karê erzan de tên xebitandin 2015-03-31 12:39:00 EVRÎM KEPENEK ÎZMÎR (DÎHA) - Zarokên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyan bi malbatên xwe re hatin Îzmîrê di nava şert û mercên dijwar de di erdê ispanak, zeytûn û bacanê sor de tên xebitandin. Ji Komeleya Karkerên Demsalî yê Mezopotamyayê Oya Ocak bal kişand ser rewşa zarokên tên xebitandin û got ku zarok bi travmayên nû re rû bi rû ne. Şervanên YPG/YPJ'ê bi berxwedana dîrokî çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê derxist û dest ji nû ve avakirina Kobanê kirin. Malbatên ji ber êrîşên çeteyan cih û warên xwe terk kirin. Hin malbat hatin Îzmîrê û li wir bi cih bû. Malbatên li gundê Gelenbe yê Foçaya Îzmîrê li xaniyên kevn bi cih bûne. Malbat tevlî zarokan ji hêla elçiyan ve rojê 3-35 TL di erdên ispanak, zeytûn î bacanê sor de tên xebitandin. Zarokên di karê erzan de tên xebitandin dixwazin rojek beriya rojekê vegerin Kobanê. Nêzî 20 malbatên li xaniyên hilweşiyayî de dijîn roja wan zû dest pê dike. Heke zarokek li malê be ew jî ji bo li zarokên biçûk binêre li wir e. Zarok piştî çûna dayik û bavên xwe li malê dibin "dayika biçûk" û "bavê biçûk" û bi vî awayî berpirsyariya malê digirin ser xcwe. Ji van zarokan yek jê Nade ye. Nade bi gotina "Em ê vegerin Kobanê" dest bi axaftina xwe kir û got ku piştî dayik û bavê wê diçin karê çandiniyê ew li birayê xwe dinêre. Nade anî ziman ku ew ji cendermeyên tên gund gelekî ditirse û wiha got: "Nasnameya me tune ye, ez ji ber vê yekê ji wan gelekî ditirsim. Heke me ji vir biqewirînin cihekî ku em biçinê tune ye." 'Ez dixwazin rojek beriya rojekê vegerim Kobanê' Zaroka 13 salî Talîn a ku di karêispanakê de dixebite got ku tenê karê bexçeyan ketiye destê wan û wiha axivî: "Em ji xebatê pir hez dikin. Herî kêm li vir şer tune ye. Ez dixwazim rojek beriya rojekê vegerim Kobanê. Li vir nasekî me jî tune ye." 'Kobanê her tim di bîra min de ye' Buşra (14) jî got ku ew ji neçarî dixebitin û ev tişt anî ziman: "Wextê ku ez li nav erd dixebitim jî Kobanê di bîra min de ye. Em ê rojekê vegerin Kobanê. Em niha li vir dixebitin. Ez dixwazim biçim dibistanê. Nasnameya me tune ye. Ji xebatê pêvtir tu şensekî me yê din tune ye." 'Elçiyan bavê me îkna kirin' Zarokên bi navê Rûken, Melîha û Pervîn diyar kirin ku ew naxwazin di karê bexçeyan de bixebitin û gotin ku ji bo xebatê elçiyan bavê wan îkna kirine. Zarokan anî ziman ku elçiyan wan bi darê zorê anîne Foçayê û anîn iman ku heke ew bixebitin dê her rojê pereyan bidin wan. Zarokan bilêk kirin ku li malên wan tu tiştek tune ye û ew li erdê radizên. Di xewa xwe de kolanên Kobanê dibîne Zarokê bi navê Hesen jî anî ziman ku ew di xewa xwe de kolanên Kobanê dibîne û wiha pê de çû: "Em ê pereyan kom bikin û vegerin Kobanê. Em ê wir ji nû ve ava bikin." Hesen pirsa "Ma em ê li vir çi bikin?" kir. 'Zarok bi travmayeke din re dijîn' Ji Komeleya Karkerên Demsalî yê Mezopotamyayê Oya Ocak got ku zarokên Kobanê di nava xîzanî û şert û mercên dijwar de tên xebitandin. Ocak anî ziman ku Tirkiye dikare bi peymana ILO ya ku îmze kiriye pêşiya xebitandina zarokan bigire. Ocak bilêv kir ligel karê demsalî karê herî dijwar tê pênasekirin jî zarokên hêj derûniya şer ji ser xwe neavêtine ji hêla kedxwaran ve tên xebitandin. Ocak destnîşan kir ku zarok ji mafên xwe sûdê wernagirin û wiha axivî: "Zarokên bi hêviya vegerin Kobanê dijîn di karê baxçeyan de tên xebitandin. Zarokên ji ber şer reviyane û travmaya şer dijîn li vir bi travmayeke din re rû bi rû ne. Herî zêde bêriya dibistanê dikin. Hemû mafên zarok di bin berpirsyariya dewletê de ne û divê dewlet ev mafên wan bi cih bîne." (wk)