BES: Heta pirsgirêkên me çareser nebi, em ji qada dernakevin 2015-03-26 13:43:50 RIHA - (DÎHA) - Şaxa BES'ê ya Rihayê ji bo pirsgirêk û xwestekê kedkarên maliyê bînin ziman daxuyanî da çapemeniyê. Şaxa Sendîqaya Kedkarên Buroyê (BES) ya Rihayê ji bo pirsgirêk û xwestekê kedkarên maliyê bîne ziman li avahiya şaxa SES'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê sendîkayê Hevseroka BES'ê ya Rihayê Leyla Sezen daxuyanî xwend. Sezen diyar kir ku kedkarên maliyê li tevahiya Tirkiyeyê derketin qadan û heta pirsgirêkên wan neyên çareserkerkirin dê ji qadan dernakevin. 'Em tu carî dest mafên xwe bernadin' Sezen da zanîn ku wek kedkarên maliyê li hemberî polîtîkayên keda wan didizin serê xwe natewînin û wiha axivî: "Yên tiştên ayîdî me dilîzin bila zanin ku em dest ji mafên xwe bernadin. Em li vira bang li vezîrê maliyê dikin! Bila guh bidi pirsgirêkên me û xwestekên me. Heta ev pirsgirêk çareser nebin, em ji qadan dernakevin." (msd/bd)