Kedkarên tenduristiyê mafê xwe dixwazin 2015-03-24 15:26:31 RIHA (DÎHA) - Şaxa SES'ê ya Rihayê ji ber ku kêmasiyê xebatkarên tenduristiyê li nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dixebitin û helwesta rayedaran daxuyanî li dar xist. Hevserokê Şaxa SES'a Rihayê Bijîşk Reşat Dogan diyar kir ku kêmasiya xebatkarên tenduristiyê bi gelemperî ya Rihayê heye û bi taybetî jî kêmasîya herî zêde li Pirsûsê heye. Şaxa SES'ê ya Rihayê ji ber ku kêmasiyê xebatkarên tenduristiyê li nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dixebitin, li ber deriyê nexweşxaneyê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Şaxa SES'a Rihayê Dr. Reşat Dogan daxuyanî xwend. Dogan diyar kir ku kêmasiya xebatkarên tenduristiyê bi gelemperî ya Rihayê heye û bi taybetî jî kêmasîya herî zêde li Pirsûsê heye. 'Divê ev pirsgirêk bên çareserkirin' Dogan da zanîn ku hejmara xebatkarên li Nexweşxaneya Dewleta ya Pirsûsê dixebitin di navbera 50-60 kesî ne û ev hejmar bi hatina welatiyên Kobanê ev pirsgirêk mezintir bûye. Dogan destnîşan kir ku her tim ev kêmasiya bi rayedaran axivîne û ji bo vê pirsgirêka tu gav nehatine avêtin û wiha got: "Her wiha ev pirsgirêka xebatkarên me jî dêşîne. Ji ber vê sedemê zêde dixebitin. Divê ev pirsgirêk demildest bên çareserkirin." 'Hejmara birîndaran her ku diçe zêde dibe' Dogan bi lêv kir ku welatiyên ji Kobanê hatine Pirsûsê hejmara Pirsûsê 2 caran zêdetir bûye û wiha pêde çû: "Ev 6 meh in kedkarên SES'ê bi fedakariyêkê mezin dixebitin. Gelek xebatkarên me yên dildar jî ji ber ku dema wan tije bûye em bêhtir ketin kêmasiyê. Her ku diçe hejmara birîndaran zêde dibe. Hem ji aliyê dermankirinê û hem jî aliyê sewqkirinê gelek pirsgirêkên cidî heye. Di nexweşxaneya me de teknîsyenê me yê Beşa Lezgîn a TIP'ê pir kêm e. Her wiha hejmara hemşîra jî pir kêm e. Gelek hevalên me jî nêzî 80-100 seatan dixebitin. Hemşîreyên emeliyatxaneyê jî bi şev jî wek supervîzor tên xebitandin. Zayenda navçeyê pir zêde ye û doktorek tenê yê zayendê heye." 'Em li nexweşên AFAD'ê jî dinêrin' Dogan anî ziman ku ligel van pirsgirêkan nexweşên li wargeha AFAD'ê dimînin jî dinêrin û wiha domand: "Dewlet dibêje em li AFAD'ê her tiştî dide. Lê em li wan dinêrin. Ne şert û mercên nexweşxaneya Pirsûsê rast dikin ne jî welatiyên li wargeha AFAD'ê bi cih kirine dinêrin. Helwesta rayedarên nexweşxaneyê me bê aramî dikin û ji me re gelek astengiyên mezin derdixin. Ji bo van kêmasiyan ji holê rakin û çareser bikin." (msd/wk)