'Dawî li zextên li ser kedkaran bînin' 2015-03-18 15:08:50 AMED (DÎHA) - Şaxa SES'ê ya Amedê û Şaxa Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî ya Amedê ji bo balê bikişînin ser pirsgirêkên xizmetên civakî yên li Tirkiyeyê û zehmetiyên kedkarên xizmeta civakî daxuyanî da û xwestin dawî li van pêkanînan were. Şaxa SES'ê ya Amedê û Şaxa Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî ya Amedê bi munasebeta 18'ê Adarê Roja Xizmetên Civakî ya Cîhanê li ber avahiya Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Civakî yê Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de dowîzên "Ji kadrobûyîna siyasî re na", "Em xizmetên civakî yên ku fêdeyê nadin naxwazin, em xizmetên civakî yên mirovî dixwazin" û "Em ne zarokên jinbavê ne" hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê endama şaxa SES'ê ya Amedê Fatma Yildizhan ve hat xwendin. Yildizhan diyar kir ku li vê erdnîgariyê hejmara kesên bi birçîbûnê re rû bi rû ne zêde dibe. Yildizhan destnîşan kir ku erka ku dikeve ser milê wezaretê divê xizmetê ji kesên feqîr re bike û wiha got: "Wezaret pereyan bi dewlemendan dide xwarin û zêdebûna hejmara feqîran ji ber vê nêzîkatiyê ye." Yildizhan xwest dawî li taşerobûnê û zextên li ser kedkaran tê meşandin bînin. Yildizhan anî ziman ku bikaranînên xizmetên civakî awêneya welatan e û got ku ew ê têkoşîna xwe li hemberî pêkanîn li ser tê meşandin dane destpêkirin bênvaber didomînin. Hevserokê şaxa SES'ê yê Amedê Remezan Kaval jî axivî diyar kir ku li vî welatî mafên kedkaran tune ye. Kaval destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên mezin jî bikaranîna tîryakê ye û wiha got: "Beriya çend rojan di destê du polîsan de tîryak hatiye dîtin. Ev nîşan dide ku bê tîryak ji hêla kê ve tê peydakirin" (byt/wk)