28 rojin di berxwedanê de ne 2015-03-17 08:59:45 STENBOL (DÎHA) - 55 karkerên di Fabrîkaya Dîvanê ya giredahî Koc Holdîngê de dixebitin ji ber endamên Gida-Îş'a DÎSK'ê bûn ji kar hatine derxistin 28 rojîn li ber xwe dadin. Yildiz Koç ya ku ji bo mafê xwe li ber xwe dide anî ziman ku ew dixwazin sendikaya wan bê naskirin û vegerin ser kare xwe. Hayrettîn Ayhan jî yê ku ji kar hat derxistin bilêv kir ku ew di kotoya astengdariyê de dixebite lê disa bi zore wî di mesayiyê de dihelîn. Karkerên di Fabrîkaya Dîvanê ya giredahî Koç Holdîngê de dixebîtin û ji ber endamên Gida-Îş'a DÎSK'ê bûn ji kar hatibûn derxistin. 55 karkerên ji ber bûn endamên sendîkayê ji hatin derxistin li ber Dîwan Otêlê 28 rojin ji bo mafên xwe bigirin ber xwe didin. 3 karker ji ber ji bo mafên xwe yên xebatê bigirin bûn endamên sendîkayê û ji kar hatin derxistin, 9 kar jî ji ber piştgirî dan hevalên xwe û boykota xwarinê kirin ji kar hatin derxistin û bi tevahî 55 karker ji aliyê rêveberiyê ve ji kar hatin derxistin. 3 karkerên di kotaya astengdariyê de dixebitin jî ji kar hatin derxistin. Karkerên ku li ber fabrikaya Dîvana Çekmekoyê li ber xwe didin ji DÎHA'yê ra axivîn. 'Ji ber em bûn endamên sendîkayê em ji kar hatin derxistin' Karkerê bi navê Hayrettîn Ayhan (43) ê ku di fabrîkayê de di beşa kurabiyeyê de dixebite anî ziman ku ew ji bo mafên xwe bistênin dest bi berxwedanê kirin. Ayhan diyar kir ku ji bo mafê xwe bigirin îmzê komkirin û radestî rayedaran kirin û wiha got: "Me xwest denge xwe bigihîne rayedaran lê rayedaran nexwestin dengê me bibihîzin. Li ser vê yeke em bûn endamên sendîkayê. Ji ber vê yêkê em ji kar derxistin." Ayhan anî ziman ku wan 3 roja di hindire fabrikaye de li ber xwe dane û piştre berxwedana xwe ji dervê berdewam kirin û heta ew mefê xwe bigirin dê berxwedana xwe berdewam bikin. 'Em heya derengî şevê dixebitin' Ayhan da zanîn ku ew dixwazin sendikaya wan ji aliye peywirdaran vê bê naskirin û karkerên ji kar hatin derxistin vegerin ser kare. Ayhan bilêv kir ku 10 salin ew di vî karî de dixebitê û wiha pê de çû: "Em hezar û 450 TL disitenin. Mehaneyên me kêm in. Heta dawiya mehe di berîka me de 50 TL jî namîne. A niha ji hevalên me hemûyan bipirsîn bejîn hûn çûne sînemayê ji sedî yek jî dernakeve. Xabetekî me yê civakî ji xwe qed tuneye. Em sere sibehî zu tên heta derengî şevê dixebitin." Ayhan bi gotînên "Carna hevalên me namenîn mesaiya, wexte dawiya sale tê, ji wan hevalên me re dibejin 'hûn îsal nemanê mesaiya ji ber we jî zama we, we hindikbê." bi bîrxistin. Ligel di kotaya astengdariyê de dixebitî dîsa bi zorê di mesayiyê de hêlan Ayhan an ziman ku ligel di kotaya astengdagiriyê de dixebitê û divê di mesayiyê de namaba lê dîsa jî ew bi zore dimesayiyê de dihêlan û wiha axivî: "Şef cudatiye di navbera karkeran de dikir. Kesên ku nû hatin heke xizmên wan bin hezar û 700 TL. mehane didin wan. Lê em ev çend salin li vir dixebitin disa mehaneya me kêm bû." 'Mesaî ji bo me mecburî ye' Karkera ku bi navê Yildiz Koç (37) jî anî ziman ku ew di beşa paketleme de dixebite û wiha got: "Em 16 jin di konê berxwedanê de li ber xwe didin. Karkerên jin ye ku zewici çiqas bejîn em naxwazin di mesaiyê de bimînin û zarokên me hene jî disa wan bi zore dihelin mesaiyan." Koç bilêv kir ku ew ji seat 06.00'ê sibehe heta 21.00 evarî dixebitin û wiha berdewam kir: "Ji ber vê yêkê rojê seatekî jî ez hevsere xwe nabînim. Mesaî ji bo me kirine mecburî." 'Em rastî heqaretan dihatin' Koç li ser tişten ku wexte li ser kar dixebitin dijîn jî rawestiya û ev tişt vêgotin: "Me nedikarî biçin destşoyê. Di serî de ji me re qedexe bû. Em bejîn, hûn çûn destşoyê û 10 deqe derbasbûn ew deh deke ji seata we ya xwarinê dihate qutkirin. Piştre ev qedexekirin rakirin gotin hûn herîn cigare bikşenin ew ê ji seata we were qudkirin." Koç da zanîn ku di fabrikayê de 130 karker hene û nivê van karkeran jin in lê disa kreşa zarokan li fabrîkayê tuneye. Koç destnişan kir ku ew di fabrîkaye de rastî heqaretan tên û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dixwazin sendikaya me bê naskirin û em vegerin ser karê xwe." (sde/bd)