10 welatên ji bo jinan bitalûke 2015-03-06 11:28:32 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - "International Women's Travel Center" 10 welatên ji bo jinan bitalûke aşkere kir. Di rêza yekem de Hindistan cih digre û li pey wê jî welatên Misir, Meksîka, Brezîlya tên. "International Women's Travel Center"'ya Amerîkayê li gorî rapora amade kiriye, di cihanê de welatên ji bo jinan aşkere kir. Di raporê de welatê herî bitalûke welatê geryanê Hindistan e. Piştî ligel bihara Ereban welatê Misirê jî ji bo jinan bû welatek bitalûke. Dîsa hat ragihandin ku welatê Arabistan, Latin Amerika ji bo jinan gelek bitalûkeye. Jinên turîst bêhtir di talûkê de ne Yek ji damezirênerê International Women's Travel Center Julie Kreutzer û Marta Turnbull diyar kirin ku tenê bi hişyarkirinê wan feyda vê nedît û xwestin navê welatên ji bo jinan bitalûke aşkere bikin. Rapor xwe dispêre lêkokînên Neteweyên Yekbûyî, Rêxistinên AF, Komeleyên Mafên Mirovan li gor vê yekê rapor hatine amadekirin. 10 welatên ji bo jinan bitalûke 1) Hindistan 2) Misir 3) Meksîka 4) Brezîlya 5) Honduras 6) Kenya 7) Kolombiya 8) Papau Neuginea 9) Suudi Arabîstan 10) Venezuella (oî)