Heyeta PYD û YPJ'ê Charlîe Hebdo ziyaret kir 2015-02-12 14:25:41 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah û heyeta pê re ku li Fransayê hevdîtinên xwe didomîne, navenda kovara Charlîe Hebdo a ku rastî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hat û 12 kesan jiyana xwe ji dest dabû ziyaret kir. Heyeta Rojava ku ji Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdulah, Endama Meclîsa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Abdullah û nûnerê PYD’ê yê Fransayê Xalit Îsa pêk tê ji aliyê xebatkarên kovarê hatin pêşwazîkirin. Di serdanê de li ser navê gelê kurd ê Rojava û hemû gelên herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji gelê Fransayê û ji hevalên kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî hate xwestin. Hevseroka PYD’ê Asya Abdulah jî destegulek danî ber avahiya kovarê û got ku pêwîste ew ji bo parastina nirxên mirovahiyê û tunekirina terorê hevkariyê bikin. Heyeta Rojava her wiha gul danînin cihê ku xebatkarên kovarê lê jiyana xwe ji dest dane. Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah jî destnîşan kir ku wan tola şehîdên Fransayê li Kobanê hildaye û soza tekoşîna li hemberî terorê ya li her derê bimeşînin daye. Xebatkarên kovarê jî berxwedana gelê kurd û YPG’ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê silav kir û piştgiriya xwe anîn ziman. Endamên kovarê yên bi navê Erîk Barswolid, Batrêk Biyo û Zeyneb El-Razî jî ji ber vê helwesta şandeyê ya mirovî spasiya endamên heyetê kirin. (bd/wk)