Amedspor bi puanekê ji Îzmîrê vegeriya 2015-01-25 16:02:49 AMED (DÎHA)- Amedspor li Îzmîrê bi Altaysporê li hemberî hev hat û lîstik wekhev bi dawî û bi puanekê vegeriya. Amedspor di 2'emîn Lîga Koma Sor a Spor Totoyê de dilîze li Îzmîrê bi Altaysporê re li hemberî hev hat. Lîsti li Stadyuma Ataturk a Îzmîrê hat lîstin. Lîstik, bi encama Amedspor 0 Altayspor 0 bi dawî bû. Bi vê yêkê Amedspor puana xwe kir 25 û di rêza 9'êmîn de cih girt. Altayspor jî puana xwe kir 18 û di rêza 16'emîn de ma. (rd/bd)