Ciwanên Farqînê konferansa xwe pêk anî 2015-01-25 15:44:20 AMED (DÎHA) - Meclîsa Ciwanên DBP'ê ya Farqînê bi şîara "Ciwan li Farqînê xwe rêxistin dike, jiyana azad ava dike" konferansa xwe pêk anî. Meclîsa Ciwanên DBP'ê ya Farqînê bi şîara "Ciwan li Farqînê xwe rêxistin dike, jiyana azad ava dike" konferansa ciwanên Farqînê dest pê kir. Konferans li eywana Şaredariya Konferansê pêk hat. Li eywanê alên PKK, KCK, YPG'ê û posterên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û wêneyên cangoriyan hatin daliqandin. Di eywana konferansê de pankartên "Li Kobanê heya Şengalê berxwedanek serfirazî pîroz dikin" hatin daliqandin. Di konferansê de Hevserokên DBP a Farqînê Bariş Guleryuz û Aynûr Sûmer, Hevserokên HDP'a Farqînê Akin Başaran û Esra Tokmak, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi sedan ciwan tevlîbûn. Ciwan berî konferansê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" "Ciwan fedaiyê Apo ne" û "Bijî YPG" berz kirin. Li eywanê ji bo azadiya Ocalan standa îmzeyan hat vekirin. 'Ciwan polîtîkayên AKP'ê vala derxîne' Hevserokê DBP'a Farqînê Bariş Guleryuz axivî û diyar kir ku ciwan li Farqînê bi vê konferansê xwe ji nû ve rêxistin dikin. Guleryuz got ku hikûmeta AKPê li ser ciwan de polîtîkayên xwe yên qirêj berdevam dike û wiha axivî: "Gelek ciwanên me li vir xistin nava tîryakê. Ji bo vê jî ev konferans ji bo ciwanan girîng e. Ev konferansê dê polîtîkayên qirêj ên AKP'ê vala derxîne." 'Em ê ala xwe li ser bircên Amedê bilind bikin' Piştî axaftina Guleryuz, endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Kudret Kirtay destnîşan kir ku di têkoşîna azadiya gelê kurd de rol û misyona ciwan girîng e û wiha got: "Berxwedana ciwanên me ji bo me girîng e. Ciwanên Kurdistanê îro rêya me ronî dike. Ez bawer im em alên xwe yên PKK li ser bircên Amedê bilind bikin." Piştî axaftinan sînevîzyon hat temaşekirin û konferans bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû. (bk/wk)