Pîrozbahiyên sersalê bi xwînê sor bû 2014-12-31 23:45:07 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Di pîrozbahiya sersalê ya li Bajarê Şangaya Çînê de îzdîham derket. Di îzdîhamê de herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest dan û 42 kes jî birîndar bûn. Li Taylanê jî 58 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Li Çînê sersala nû bi komkujiyê dest pê kir. Li bajarê Şangaya Çînê bi sed hezaran kes kom bûn û sersal pîroz kirin. Di pîrozbahiya sersalê de îzdiham derket û herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest dan û hekî kêm 42 kes jî birîndar bûn. Tirsa ku hêjmara miriyan pir bibe heye. Li Taylandê jî bi hezaran kesên derketin qadan û sersal pîroz kirin, ji ber zêde araq vexwarin qeza derbas kirin. Di qezayan de 58 kesan jiyana xwe ji dest dan û 517 kes birîndar bûn. (mae)