Li Hindistanê jin li dijî tecawizê derketin qadan 2014-12-08 12:47:26 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Hindistanê bi armanca ku taksiyên kontrola peykê bi ewle ne, jina ku lê siwar dibe rastî tecawiza şofêr tê. Ji bo şermezarkirina bûyerê jin daketin qadan. Li Hindistanê salê herî kêm 25 hezar jin rastî tecawizê tên. Cardin bûyereke tecawizê bû sedama nerazîbûnên tund. Vê carê bi armaca taksiyên kontrola peykê bi ewle ne, jina ku xwest bi wê taskiyê rêwitiyê bike, rastî tecawiza şofêr hat. Hindistan ku berê jî bi bûyerên tecawizên ên komî yên li ser xwendekarên jin ên zanîngehê ket rojevê, ligel ku qanûn hatin gohertin jî, ev qanûn ne li gorî parastina jinan bûn. Ji bo vê yekê teşwiqkirina tecawizê ya li kolanan hîn zêdetir bûn. Ji ber vê yekê rêxistinên jinan daketin qadan. Komeleya All lndia Students ku ji aliyê xwendekaran ve hat avakirin, bi bûyera herî dawî ya ku li Yenî Delhî rûda re, daketin qadan, polîs û rayedarên ku pêşiya bûyerên bi vî awayî nakirin, şermezar kirin Li gorî nûçeya di Indîan Tîmes de cih girtî de, şofêrê taksiyê Shiv Kumar Yadav (32) bavê sê zarokane, bêyî ku di lêpirînê de poşman bibe, gotiye ‘min xetayek kir, ez çibim.’ Yadav beriya ku bê girtin xwestiye bireve û di malekê de xwe feşartiye. (aw/sa/wk)