Li Iraqê 188 bombe hatin bêbandorkirin 2014-11-10 17:22:33 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Di xebat û operasyonên hêzên ewlekariyê yên Iraqê de 188 bombeyên ji teqandinê re amade bûn hatin bêbandorkirin. Li Bexdayê di êrîşên bombeyî yên çend rojên dawî de nêzî sed kesî jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Operasyonê ya Bexdayê de li herêma navîn û başûrê bajar, 188 bombeyên ji bo teqandinê amade hatin dîtin û bêbandor kirin. Di çarçoveya operasyonê de 9 cihên ji bo êrîşan dihatin bikaranîn hatin hilweşandin. Hat ragihandin ku di operasyonê de hêjmarek zêde çek û cebilxane jî hatine desteserkirin. Hêzên ewlekariyê yên Iraqê dan xuyakirin ku di operasyonên li Dewanim û Sebîborê de du kesên hatibûn revandin hatin rizgarkirin û komeke tê îdîakirin ev kes revandiye hat girtin. (wk)