Piştî dîwarê Berlinê hat hilweşandin kavilê wî bêtir bi qîmet bû 2014-11-10 09:33:49 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Dîwarê Berlinê 25 sal berê hilweşiya. Lê perçeyê kavilê ku li pey dîwar mane, bi 7 hezar Euro ye. Dîwarê Berlînê ku 25 sal berê hat hilweşandin, niha kavil li pey mane. Hilweşîna dîwar 25 sal berê bi mihrîcanekê hat pîrozkirin. Di hilweşîna dîwar de Serokê Rûsyayê Mihail Gorbaçov jî amade bûbû. Diwar 25 sal berê hilweşiya, lê hêj perçeyê kavil bi giranbahayekî mezin tê firotin. Dîwarê ku firehiya wî metreyek û 20 cm, bilindahiya wî 3 metre û 60 santim bi 7 hezar Euro an jî 8 hezar û 700 Dolaran tê firotin. Perçeye ku tê firotin heta 3 tonan giraniya wî heye. Wieland Giebel ku perçeyê diwar difiroşe diyar kir ku wî ev perçe di diwarê avahiyekê de dîtiye û cihê rastî vedişêre. Dîwarê Berlînê Yek ji şermên herî mezin ên cîhana nûjen Dîwarê Berlînê bû. Di dema Şerê Sar de ji bo dewletên Ewropî yên di bin bandora Sowyetê û dewletên Ewropî yên Rojava ji hev veqetîne hat lêkirin û beşa herî mezin a vî dîwarî bi sînoreke ji elektrîkê hatibû rêzkirin. Sektora herî zexm a vî sînorê bi navê "Perdeya Hesin" Dîwarê Berlînê bû. Ev dîwarê ku nîşaneya herî berçav a şerê sar bû, ji bo rojavayê welêt ji bo Elmanan "dîwarê şermê" ji bo rojhilat jî "dîwarê parastinê yê antîfaşîst" bû. Ji aliyê Komara Elmanya ya Demokratîk ve di 12-13'ê Tebaxa 1961'an de li navenda Berlînê karê lêkirina vî dîwarî destpê kir. Dîwarê 155 km dirêj, xwedî wesfekek leşkerî bû. Li vî dîwarê 3,6 metre bilind, 302 kûleyên çavdêriyê û navgînên alarmê hebûn. 14 hezar parastvanên sînor, 600 kûçik û têlên bi histrî yên ber bi jorê ve bilind dibûn, hebûn. Di 9'ê Mijdara sala 1989'an de meqamên Elmanya Rojhilat da xuyakirin ku her kesên dixwazin derbasî Ewropa Rojava bibin, dikarin di deriyên sînor ên navbera her du Elmanya de derbas bibin. Saet di 22.00 de bi hezaran Berlînî li ber dîwar hatin cem hev û yek bi yek derî vekirin. Du roj beriya vê di 7'ê Mijdarê de mîlyonek çalakger daketin kolanan û rê li ber îstifaya kolektîf a hikûmeta komunîst a li Rojhilatê Berlînê vekiribûn. Ev dîwarê ku piştî parçebûna 28 salan a rojhilat û rojavayê Elmanyayê hat hilweşandin, piştre komunîzma Sowyetê jî hilweşand. Ya ku hilweşiya ne bi tenê dîwar bû, yên dîwar lê kirin jî di bin de mabûn. (mae)