‘Êzdî li Şengalê bi xetereya komkujiyê ya DAIŞ’ê re rû bi rû man’ 2014-10-22 11:51:55 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Neteweyên Yekbûyî (NY) bersiv da daxwazên ku êzdî li Şengalê bi xetereya komkujiyê ya DAIŞ’ê re rû bi rû man û bila raya giştî ya cihanê vê yekê nas bike û da xuyakirin ku li dijî êzdiyan delîlên xurt ên xetereya komkujiyê heye. Ji bo serlêdana ku êzdî di meha tebaxê de li Şengalê di bin dorpêça rêxistina terorê ya DAIŞ’ê de ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bersiv hat. Ekîba NY’ê ya ku ev demeke lêkolînê dike daxuyand kul i dijî êzdiyan xetereya komkujiyê heye ji bo vê delîlên xurt hene. Alîkarê Sekreterê Gişti yê Mafên Mirovan a NY’ê Îvan Sîmonovîç encama lêkolînên xwe aşkera aşkera kir û da xuyakirin ku di serdena xwe ya hefteyeke de li Iraqê herî kêm bi 30 êzdiyan re hevdîtin pêk anîne. Sîmonovî da diyarkirin ku DAIŞ’ê bi sedan êzdî kuştiye bi deh hezaran koçber bûne û bi sedan jin û zerok hatine revandin û delîlên xurt ên êzdî bi xetereya komkujiyê re rû bi rû ne hene. Di meha tebaxê de DAIŞ’ê Şengal dorpêç kiribû ferz kiribu ku herî kêm 7 hezar êzdî li gorî quralên wan tevbigere û Mîrê êzdiyan Dr. Mîrza Dînnayî di civîna NY’ê ya 1’ê Îlonê de axivibû û diyar kiribû li ser navê 500 hezar êzdiyan Konseya Ewlehiyê ya NY’ê bûyera Şengalê lêkolîn bikin û jenosîda êzdiyan a li Iraqê bê naskirin. Li gorî daxuyaniya Dînnayî DAIŞ’ê 3 hezar êzdî kuştiye û 5 hezar jin û zarok jî revandiye. Daxwazên din ên êzdiyan ji NY’ê jî piraniya wan êzdî li Şengal û li deverên din ji cih û warên xwe hatine derxistin ji bo 500 hezarî zêdetir koçberan alîkariya mirovî bê kirin, êzdî û kêmarên din ji êrîşên komên radîkal ên îslamî bên parastin û li welatên Yekîtiaya Ewropayê prosedura penberan bê bicihanîn û statuya penaberan bê dayîn, ji bo azadkirina zêdetirî 5 hezar jin û zarokan civaka navneteweyî bil ezgînî xebatan pêk bîne. (sa)