Hejmara kesên ji ber Ebolayê mirine gihişt 4 hezar kesan 2014-10-11 10:37:25 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir ku hejmara kesên ji ber Ebolayê jiyana xwe ji dest dane gihiştiyê 4 hezarî. Bûyerên mirinê herî zêde li welatên Efrîqayê yên wekî Lîberya, Sîerra Leone û Gîneyê tên dîtin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir ku hejmara kesên ji ber Ebolayê jiyana xwe ji dest dane gihiştiyê 4 hezarî. Rêxistina ku girêdayî Neteweyên Yekbûyiye (NY) heta niha di 8 dewlatan de 400 weqa hene, ji van 4 hezar û 33 kesan heta niha jiyana we ji dest daye. Bûyerên mirinê herî zêde li welatên Efrîqayê yên wekî Lîberya, Sîerra Leone û Gîneyê tên dîtin. Her wiha li Nijeryayê 8, li Amerîkayê jî nexweşekê jiyana we ji dest daye. Li Îspanya û Senegalê jî yek nexweş hene. Li van welatan hêj tu kes ji ber vê neweşiyê nemirine. Di vê navberê de NY'yê ragihand ku ji bo têkoşîna li hemberî nexweşiyê milyarek dolar dawaz kirine, lê tenê heta wan tenê 250 milyon dolar berhevkirine. Alîkarê Sekreterê Giştî yê NY'ê Jan Elîasson ji dewletan dawaza zêdetirê pere kir. (lg)