Têkoşîna jinan a niha jiyana Jabbariyê rizgar kir 2014-10-01 14:17:06 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Îranê jina bi navê Reyhaneh Jabbarî bi hinceta ku sîxurê berê yê ku tecawizê wê kiriye û ew kuştiye cezayê daliqandinê lê hatibû birîn û divê duh bihata îdamkirin. Lê di serî de jin û hemû cihanê de kampanya hate destpêkirin û îdam hatiye taloqkirin. Îranê niha dev ji daliqandina jina ku xwest xwe li hemberî tecawizê biparêze û bi salan e di girtîgehê de li benda daliqandinê ye berde. Derbarê Reyhaneh Jabbarî (26) de ku ev 7 sal in di girtîgehê de ye sala 2009'an de biryara daliqandinê hatibû dayîin. Avahîsaza hundirîn Jabbarî, bi îdeaya ku sîxurê berê yê ku ji bo kar gazî wê kiriyê lê xwestiye tecawizî wê bike kuştiye cezayê îdamê lê birîn. Di serî de jin û hemû raya giştî ya cîhanê ji bo ku Jabbarî neyê daliqandin kampanya dane destpêkirin û kampanyayê piştgiriyek pir mezin dît. Qanit tenê îfadeya ku bi îşkencê hatiye girtine Li gorî agahiyê ku ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve ji malpera webê de hatiye weşandin Jabbarî duh dayika xwe Shole Paravanê re bi telefonê axiviye. Dayik Paravanê hem hevdîtin û hem jî peyama keça xwe ya xatir xwestinê di facebookê de weşand. Li gorî peyama dayikê, Jabbarî xwe ji bo daliqandinê amade kiriye û bendê ye ku wê bibin girtîgeha ku lê were daliqandin. Peywirdarên girtîgehê, dayika Paravan re got ku were cenazeyê keça xwe bigire. Li gorî malbata jina ciwan, sîxurê berê yê bi navê Morteza Abdolali Sarbandi, ji ber birîndar kirina Jabbarî jiyana xwe ji dest nedaye. Ji jinikê re dafik daniye pêşiya wê û îfadeya wê di bin îşkenceyê de hatiye girtin. Wekî tê zanîn mehên dawiyê de li Îranê lezginiyek daye daliqandinan.Tenê salên 2014'an de 550 kes hatin daliqandin. (hş/wk)