Bijîşkên Sînor Nenas: Ebola ji kontorê derket 2014-07-03 09:23:38 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hate îdîakirin ku, virusa Ebolayê ku li Başûrê Afrîkayê li welatên herî xizan derketiye holê û heta niha ji ber wê nêzî 500 kesan jiyana xwe dest daye, ji kontrolê derketiye. Virûsa Ebolayê di meha Sibatê de li Gîneyê derket holê û di nava demek gelek kin de, bi tevahiya Başûrê Afrîkayê belav bû. Her roja ku diçe, hejmara qurbaniyên Ebolayê zêde dibin. Li gor hejmarên dawî yên hatine aşkerakirin, heta niha 476 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hate îdîakirin ku vîrusa ku herî zêde, li welatên wekî Gîne, Lîberya û Sîera Lîoneyê hatiye dîtin, ji kontrolê derketiye. Li gor daxuyaniya Bijîşkên Sînor Nenas (MSF), ji ber ku hin nexweş ji nexweşxaneyê reviyane, nexweşî gelek zû belav dibe û kontrolkirina virusê êdî ne pêkane. Hikûmeta Gîneyê ev îdîayên MSF'ê nederewand, lê naxwaze hejmara nexweşande têrê agahî nade. Li Sîera Leoneyê koordînatorê têkoşîna li hemberî nexweşiyê Dr. Amara Jambaî, diyar kir ku li bajarê Kenema ya vî welatî, tenê ji nexweşxaneyekî 57 nexweş reviyane û ji ber vê jî Ebola gelek zû belav dibe. Jambaî, her wiha ragihand ku li Kenameyê nêzî 800 hezar kes dijîn, lê yek nexweşxane li bajar heye, di vê nexweşxaneyê de jî tenê du bijîşk dixebitin. Xebatkarên tenduristiyê ji ber vê yekê banga alîkariyê kirin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî bang li dewletên Rojavayê Afrîkayê kir ku li hemberî Ebolayê xebatan bimeşîne. Ebola çiye? Ebola bi rêya xwînê û şiliyên laşê nexweş yên din, belav dibe. Germahiya laş ya zêde, xwînbûyîn, îshal û hûrbûna çerm derdixe holê. Hem li mirovan tê dîtin, hem jî li prîmatên wekî meymûn û şempanze yên nêzî mirovan tên dîtin. Heta niha 3 cureyên vê vîrusê hatine testpîtkirin. Dermanê vê nexweşiyê hêj nehatiye dîtin. Ji sedî 90 nexweşên bi Ebolayê ketine dimirin. Hinek nexweş sax dibin, hinek nexweş jî dimirin. Sedema vê hêj nayê zanîn. Lê giştî, nexweş di nava demekê de jiyana xwe ji dest didin. (lg)