Bihayê fêkî û zebze esnaf û welatiyan dixe nav zehmetiyan! 2014-06-26 13:01:14 MEHMET SIDDIK DAMAR RIHA (DÎHA) - Ji Meha Remezanê re ku 2 roj mane, bihayên fêkî û zebze welatî bêzar kirin, esnafên bazaran jî anîn asta îflasê. Ji Meha Remezanê re ku 2 roj mane bihayên fêkî û zebzeyan zêde bûn. Esnafên bazaran gilî û gazincan dikin ku malên di destê wan de nayên firotin, welatî jî tînin ziman ku ji ber bihayên zêde nekarin bikirin. Kîloya îsotan ku Rihayî qet ji sofreyên xwe kêm nakin bi 3 TL, firengî û bacanên reş 2 TL, alûçe û qeresî 4 TL, lîmon 4 TL, zebeş 1 TL, fasoliyên şîn 2 TL, petîx 1,5 TL, tûfrengî 4 TL, tirî 5 TL, xox û mûz jî bi 4 TL'yan tên firotin. Welatiyê bi navê Mehmet Dogru anî ziman ku 20 sal e zebze û fêkî difiroşe û cara yekemîn e rastî rewşeke wer hatiye. Dogru axaftina xwe wiha domand, "Em bi zorê ji hala sebze dikirin. Lê em nekarin li vir bifiroşin. Eger wer bidome em ê îflas bikin." 'Di destê me de dimînin' Ahmet Utuş jî anî ziman ku pirsgirêkên aborî herî zêde rewşa esnafên biçûk bandor dike. Ramazan Degîrmencî yê 15 sal e esnaf e, diyar kir ji ber bihayên zêde yên sebze û fêkî kesek nakire û got: "Tiştên em tînin bazarê di destê me de dimîne." Osman Şenkal jî sedema pirsgirêkê bi marketên mezin ve girê da û wiha domand: "Hêviya me Meha Remezanê ye. Eger wer dewam bike em ê îflas bikin." Welatî ji bihayên zebze û fêkî bi gazinc in Welatiyê bi navê Salih Dogan jî anî ziman ku qet fêkî nekirî û wiha domand: "Em neçarin fêkî û zebze bixwin. Doktor dibêjin fêkî bixwin, lê em ê çawa bikirin nabêje." Ji ber li bazarê kirin û firotin kêm bûye zarokên bi erebeya destan debara dikin jî bandor bûne. (yş)