Sîsî rojnamevanan 'Efû nake' 2014-06-24 16:31:32 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Serokkomarê Misrê Abdulfettah el-Sîsî, daxuyand ku ew 3 nûçegîhanên Al Jazeera ku derbarê wan de cezayê girtîgehê hatiye dayîn, efû nake. Raya giştî ya navnetewî cezakirina rojnamevanên li Misrê şermezar kir. Dadgeha Qehîreyê derbarê 3 nûçegîhanên Al Jazeera de di navbera 7 û 10 salan de cezayê girtîgehê yê giran birîbû. Serokkomarê Misrê Abdulfettah el Sîsî, daxuyand ku ew van rojnamevanan efû nake. Sîsî, destnîşan kir ku berevajî daxwaza Amerîkayê, cezayên ji rojnamevanan re hatine birîn, li gor qanûnê ye û got, "Qanûnên Misrê çi dibêjin, wê ew bê kirin." Sîsî di axaftina xwe ya di merasîma mezûniyeta Akademiya Leşkerî de her wiha got ku lazime hemû kes rêzê nîşanê biryarên dadgehê bide û anî ziman ku daraza Misrê serbixwe ye û ew tu mudaxaleyê li darazê nake. (lg)