Li Libnanê teqîn 2014-06-24 10:14:37 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li bajarê Beyrûtê yê Libnanê bi wesayîtekî bombebarkirî êrîşekî bombeyî pêk hat û di encama teqînê de 19 birîndar bûn. Hate ragihandin ku li bajarê Beyrutê li dijî benda artêşa Libnanê êrîşekî bombeyî pêk hat. Êrîş bi wesayîtekî bombebarkirî pêk hat û di encama teqînê de 19 kes birîndar bûn. Êrîş de dema welatiyan maça futbolê temaşe dikirin pêk hat. (bd)