Çapemeniya Iraqê ji bo DAÎŞ'ê, DYA sûcdar kir 2014-06-12 13:20:07 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Raya giştî ya cîhanê sedemên êrîşên DAÎŞ'ê yên li hember Musul û bajarên din nîqaş dikin û çapemeniya Iraqê yên li nêzî hikûmetê ji bo DAÎŞê, DYA'yê berpirsyar nîşan didin. DAÎŞ piştî ku Musul dagir kir, berê xwe da Bexdayê, lîderên welatên cîhanê li hember vê peyamên ku şaş mane, didin û hikûmeta Iraqê jî hewl dide xwe berpirsyar nede nîşandin. Di nûçeyên çapemeniya Iraqê de tê gotin ku serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malîkî di mijara DAÎŞ'ê de gelek caran DYA hişyar kiriye, piştgirî xwestiye lê DYA piştî nedaye. Li gorî nûçeya IraqîNews serokwezîrê Iraqê Malîkî mehek berê, ji bo êrîşên DAÎŞ bi awayekî nepen ji DYA'yê alîkarî xwestiye, lê ev daxwaza Malîkî hatiye redkirin. Tê gotin ku wezîrê Karê Derve yê Iraqê Hoşyar Zebarî di sala 2013'an de, ji DYA'yê ji bo êrîşên hewayî balafir xwestiye, lê bi hinceta ku Malîkî ev daxwaz neaniye ziman, hatiye redkirin. Di meha adarê de daxwazeke din hatiye kirin, ev daxwaz jî hatiye redkirin. Her wiha dema rayedarên DYA'yê çûne serdana Iraqê, careke din daxwaz hatiye kirin ku qadên perwerdehiyê yên DAÎŞ'ê bên tunekirin, nehêlin ji Suriyeyê bikevin Iraqê. Analîstê berê yê CIA û rayedarê Konseya Ewlehiya Neteweyî Kenneth M. Pollocak ev daxwaz piştrast kir. Ricaya Malîkî ya li DAÎŞ'ê bixin Di 11'ê gulanê de Malîkî bi dîplomatên DYA'yê re civîn pêk anî û di vê civînê de careke din Malîkî ji DYA'yê daxwaz kir ku DAÎŞ'ê îmha bikin. Malîkî got eger DYA, amade be, ji bo êrîşa hewayî desturê bidin amade ne. Di 16'ê gulanê de Malîkî bi riya telefonê ji Cîgirê Serokê DYA'yê Joe Biden re axivî û heman daxwaz dûbare kir. Li hember van daxwazan DYA'yê ji Malikî xwest ku di polîtîkayên Iraqê de guhertinan bike û reforman pêk bîne. DAÎŞ'ê qeyda deng weşand û gef xwar Îro DAÎŞ'ê qeyda deng ya 17 deqeyan weşand û ferman da ku bimeşin Bexdayê û henekên xwe li Malîkî kirin. Di qeyda deng ya ku tê îdiakirin aydî berdevkê rêxistinê Ebu Muhammed el Adnanî ye de, ji bo Malîkî wiha tê gotin: "Tu der barê polîtîka, komutaya leşkerî û lîderiyê tiştekî nizanî. Ji bo kontrolkirina Iraqê firsendên dîrokî ji destê te çûn. Heta şîa bijîn, dê çêr li te bikin. Hesabê me bi te re heye. Kemerê xwe girêdin û amade bin. Şer hêj destpê nekiriye; meşa xwe bidomînin. Dê şer li Bexda û Kerbelayê destpê bike. Ji bo vê amade bin." DAÎŞ'ê ji Reqqayê heta Tîkrîtê serwerî xistiye destê xwe û rêxistina sûnî ji bo berê xwe dane Bexdayê û bajarê Samara ku ji bo şîayan cihekî pîroz e, derbas nekirine. (ça)