Şaxa MEYA-DER'ê kongreya xwe li dar xist 2014-06-08 14:16:01 ÊLIH (DÎHA) - Şaxa MEYA-DER'ê ya Êlihê 4'emîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist û rêveberiya xwe ya nû diyar kir, Şaxa MEYA-DER'ê ya Êlihê 4'emîn kongreya xwe ya awaret li dar xist. Kongre li Salona Konferansê ya Şaredariya Êlihê pêk hat, Endamê Meclîsa BDP'ê Guntay Uzun, Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, KURDÎ-DER, BDP, HDP, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek malbat tevlî kongreyê bûn. Piştî hilbijartina dîwanê rêzgirtin pêk hat. Serokê Şaxa MEYA-DER'ê yê Êlihê yê berê Ekrem Degîrmencî axaftinek kin kir û komkujiya Lîceyê şermezar kir. Piştî xwendina raporan hilbijart pêk hat û Şukru Baytar û Afiyet Savaş ji hevserokatiya MEYA-DER'ê re hatin hilbijartin û Bîlal Er, Taybet Çetînkaya, Ramazan Akin, Horî Acar û Salîh Yilmaz jî ji rêveberiya saziyê re hatin hilbijartin. (bd)