Li Nijeryayê êrîşa bombeyî 118 kes mirin 2014-05-21 07:51:40 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li qada Nijeryayê li 2 deverên cuda teqîn pêk hat. Di teqînê de herî kêm 118 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Bajarê Josê yê Nijeryayê li 2 nokteyên cuda bombe teqîyan. Di teqîna bombeyan de herî kêm 118 kesan jiyana xwe ji dest dan û 56 kes jî birîndar bûn. Li gorî nûçeyên BBC'î li bazara nava bajar û termînala otobusan teqîn pêk hat. Hat zanîn ku teqîn Rêxistina Boko Haram a a ku li Nijeryayê 300 xwendekarên jin revandibû daniye ser xwe ya na nayê zanîn. Hat zanîn ku hêjmara birîndaran gelek e. Di salên dawî de li bajarê Josê di nava komên îslamê û xiristiyanan de pevçûn heye. Serdewletê Nîjeryayê Goodluck Jonathan anî ziman ku ev li dijî azadiya mirovahiyê êrîşek trajik e. (mae)