Trajediya Somayê di çapemeniya cîhanê de cih girt 2014-05-15 12:52:19 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Çapemeniya cîhanê di rûpelên xwe de cih da trajediya Somayê û bertekên welatiyan yên li dijî Erdogan derxistin manşetê. Li gel ku detayên trajediya Somayê hêdî hêdî derdikevin holê, eleqeya çapemeniya cîhanê jî li hember bûyerê zêde dibe. Çapemeniya cîhanê her wiha îro li gel detayên trajediyê piranî bertek û nerazîbûnên li dijî Serokwezîr Erdogan û hikûmeta AKP'ê derxist pêş. Çapemeniyê di rûpelên xwe de sloganên "Diz û kujer Erdogan" derxistin pêş û behsa çalakiyên sendîqeyan kir. Rojnameya Îngîlîzan, The Guardîanê bi sernavê "Piştî hêvî bi dawî bûn, êş veguhest hêrsê" bûyer dît. The Guardîanê nivîsî ku Serokwezîr Erdogan li Somayê bi sloganên "Diz û Kujer Erdogan" hatiye pêşwazî kirin û behsa sekna malbatên karkerên ku di madenê de jiyana xwe ji dest dane kir. Mudaxaleya polîsan a tund ku li hemberî çalakiyên Somayê pêk hatiye jî li gel Guardîanê, di Independent, AFP, Reuters û Tîmes de bi avayekî berfireh cih girt. (lg)