Pêşbirga Futbolê ya Serkan Tosun bi dawî bû 2014-04-15 10:27:00 AMED (DÎHA) - Pêşbirga bi navê "Pêşbirga Fûtbolê ya Şehît Serkan Tosun" ku di pêşengiya DUO-DER'ê de ji bo bîranîna Serkan Tosun pêk hat bi dawî bû. Komeleya Xwendekarê Zanîngeha Dicleyê (DUO-DER) ji bo bîranîna Serkan Tosun yê di şerê rojava de jiyana xwe ji dest da, bi tevlêbûna 43 tîman pêşbirga futbolê pêk anîbû. "Pêşbirga Fûtbolê ya Şehît Serkan Tosun" ku di pêşengiya DUO-DER'ê de ji bo bîranîna Serkan Tosun pêk hat bi fînalê bi dawî bû. Maça fînalê li Seha Xalî ya MEGAM-DER'ê pêk hat. Di finalê de tîmên "Azadiya Serokati" û "Ahmedo" hatin rûqalî hev. Di maçê de "Azadiya Serokati" 3-2 bi ser ket. Berpirsê tîmê Serhat Ozalp, diyar kir ku sedema navê tîmê ya Azadiya Serokati ji ber xwestine ku di sala 2014'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe ev nav lê kirinne. Endamê MLKP'ê Serkan Tosun di şerê Şoreşa Rojava de di nava refên YPG'ê de li dijî çeteyan şer kiribû û di şer de jiyana xwe ji dest da. (mae)