Tirkiye mikur hat: Bûyera Reyhanli ji aliyê El Qaîde ve hat kirin! 2014-04-06 14:04:11 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Têkildarî bûyera Gulana sala borî ya li Reyhanli pêk hat û 52 kesan jiyana xwe ji dest da, Sefîrê Tirkiye yê Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewropa (AGÎT) Tacan Îldem, mikur hat ku El Qaîde êrîş pêk aniye. Piştgiriya Tirkiyeyê ya ji El Qaîde û rêxistinên wekî wê re, çi yekser çi neyekser careke din îspat bû. Li gor nûçeya El-Monîtor, Sefîrê Tirkiye yê Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewropa (AGÎT) Tacan Îldem, di civîna AGÎT de têkildarî mijarê ku bersiva pirsan da, got ku diyar bûye êrîşa Reyhanli ji aliyê El Qaîde pêk hatiye. Wek tê zanîn rayedarên hikûmetê timî îdîayên ku El Qaîde ev êrîş pêk aniye red dikirin. Mikurhatinek û înkarek Li gor nûçeya Al Monîtor; di civîna Eldem AGÎT de Sefîrê Ermenistanê Arman Kîrakossîan, di êrîşa li hember ermeniyan a li Keseb ji aliyê komên îslamî yekser Tirkiye berpirsiyar dît. Sefîr Tacan Îldem bersiv da îdîayên Kîrakossîan û got, "Êrîşên bi bombe yên bûn sedema 52 kes jiyana xwe ji dest bidin û 146 kes birîndar bibin, ji aliyê hêmanên El Qaîde hatin kirin." Tacan piştgiriya ji êrîşa li dijî ermeniyan a li Keseb jî înkar kir. Erdogan ji bilî El Qaîde her kes sûcdar kiribû Wek tê zanîn têkildarî êrîşa Reyhanli ku dihat gotin, ji aliyê El Qaîde ve hatiye kirin Serokwezîr Erdogan, ji CHP'ê, heta çalakvanên Gezî, ji rêxistinên çepgir heta Acîlcî, DHKP/C, rêxistina îstixbaratê ya Sûriye "Muxaberat" gelek kes sûcdar kiribûn. Wezîrê Karên Hundir Muammer Guler jî têkildarî El Qaîde gotibû, ne vê rêxistinê ev êrîş pêk aniye. Di 11'ê Gulana 2013'an de di teqîna li navçeya Reyhanli ya Hatayê de li gor agahiyên fermî 52 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. (yş/my)