Li Şîliyê erdheja hêza wê 8.2 pêl, pêk hat 2014-04-02 08:18:23 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Şîlîyê erdheja hêza wê 8.2 pêl pêk hat. Piştî hişyariya Tsunamî hat kirin, welatiyên li peravê dijiyan xwe dan cih û warê bilind. Hat zanîn ku mirî tune ye. Li Şîliyê li gorî pîvan û agahiyên Navenda Lêkolînê ya Jeolojik a Amarîka li 99 kîlometre rojavayê bakurê bajarê İquique 10 kîlometre di zikê erdê de erdheja hêza wê 8,2 pêl pêk hat. Li herêmê piştî hişyariya Tsunami welatiyên li qiraxa Okyanûsa Pasifikê dijiyan berê xwe dan cih û warên bilind. Ji ber erdhejê û panîka welatiyan rê li trafîkê hatin girtin. Hat zanîn ku mirin û birîndar tune. Hat zanîn ku li Peru û Bolivyayê jî avahî hejiyan. (mae)