Gel ji bo Newrozê beziyan 2014-03-16 14:43:30 AMED (DÎHA) - Şaxa Midûryeta Werzîşê ya Serokatiya Dezgeha Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê beza gel a Newrozê li darxis. Şaxa Midûryeta Werzîşê ya Serokatiya Dezgeha Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve beza gel a Newrozê ji Kolana Tûrîstîkê ya rex Parqa Sumer dest pêkir heta Birca Keçikê berdewam kir li darxist. Beza ku ji Kolana Tûrîstîkê ya rex Parqa Sumerê dest pêkir bi tevlî bûna Namzetê Hevserokatîya Şaredariya BDP'ê yê Amedê Firat Anli û Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Amedê Mehmet Emîn Yilmaz û gelek zarokan heta Birca Keçikê berdewam kir. Namzetê Hevserokatîya Şaredariya BDP'ê yê Amedê Firat Anli diyar kir ku beza gel a Newrozê coş û peroşa cejna Newrozê hildigre. Anli di axaftinê de balkişand ser komkujiya Helepçê û wiha got: "Em Komkujiya Helepçê ya ku di 16'ê Adarê de pêkhat şermezar dikin. Ciwano bi beza we bihar hat Amedê. Ciwanên Amedê wek Bedenên Amedê li ser piya û sipsaxlemi." Piştî Anli Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Amedê Mehmet Emîn Yilmaz jî axivî. Yilmaz diyar kir ku bezek bi coş û peroşa Newrozê pêkhat û wiha got: "Em xemgîniya êşa komkujiya ku li Helepçê ji aliyê rejîma Baas pêkhat dijîn. Em komkujiyê bi awayek tûndî şermezardikin." Bi merasima ku li Birca Keçikê hat li darxistin kesên ku di berzê de ketin nava 3'êyemîn kupa dan wan. Di bezê de Remziye Temel û Serdar Çetîn yekemîn derket û kupayên wan ji aliyê Namzetê Hevserokatîya Şaredariya BDP'ê yê Amedê Firat Anli ve hat dayîn. Piştî merasîmê zarokan li ber dihol û zurneyê govend girtin. (my/mae)