Li Iraqê di meha sibatê de 703 kes hatin kuştin 2014-03-02 17:42:13 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê di meha sibatê de 703 kesan jiyana xwe ji dest dan. Sibata Sala par jî 418 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyîe (NY) di mehên dawî de li Iraqê 564 welatiyên sivîl û 139 hêzên ewlehiyê hatin kuştin. bi tevahî di bûyeran de 703 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hezar û 381 kes jî birîndar bûn. Di sibata sala par de jî li Iraqê 418 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyên NY'ê di sala 2008'an de herî zêde xwîn hat rijandin. Di sala 2013'an de jî 7 hezar û 818 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di sibata sala par de 418'an, jiyana xwe ji dest dan û 704 kes birîndar bûn. (mae)