Li Taylandê teqîn yek jê zarok 2 mirî 2014-02-23 16:39:12 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li paytexta Taylandê Bangkokê li qada ku mûxalîfan xwepêşandan li dardixistin li ber navenda danûstandinê teqînek pêkhat di teqînê de zarokên 12 salî û jinek 40 salî bi tevahî 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 22 kes birîndar bûn. Li paytexta Taylandê Bangkokê li qada ku mûxalîfan xwepêşandan li dardixistin li ber navenda danûstandinê teqînek pêkhat di teqînê de zarokên 12 salî û jinek 40 salî bi tevahî 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 22 kes birîndar bûn. Li gorê agahiyên Reutersê Serokwezîrê Taylandê Yîngluck Shînawatra daxûyaniyek daye Shîvawatra di daxûyaniya xwe de diyar kiriye ku dê niha pêve xwepêşandarên ku paytext felç kirine dê bi dijwarî heri ser wan. Piştî daxuyaniyê teqînek pêkhat berpirsyarê teqînê hêj diyar nebûye. Piştî daxûyaniya rayedaran di êrişande 2 zarok bi giranî birîndar bûn ji wan zarokan yek girtin emeliyatê yên din jî girtin beşa lezgîn bin çavdêriyê. Zarokê ku di teqînê de jiyana xwe ji dest da jî tê texmîn kirin 12 saliye. Di 24'ê Qanûnê de Serokwezirê Taylandê Yîngluck Shînawatra ji bo birayê yê xwe yê ku ji ber nelirêtiyê ket hatibû girtin û di heman demê de Serokwezirê berê yê Taylandê bû xwest ji bo wî zagona efê di meclîsê re derbaske li ser vê yekê di serî de li paytexta Taylandê Bangkok û gelek herêmên din xwepêşandan destpêkir. Çalakvanan îstîfaya Shînawatra xwestin. Hêzên hikûmetê jî ji bo ku xwepêşandaran belavbike gulayên plastîk û gazê bikartine û mudaxaleyê çalakvanan dikin. (my)