Sûriyê ji nûve tê avakirin 2014-02-18 09:58:43 AMED (DÎHA) - Piştî civîna Cenevre 2 bi ser neket û Serokê Fermandariya OSO û Konseya Neteweya Muhalif a Şoreşger û Muxalifa Sûriyê (SMDK) Selîm îdris û cîgirê wî ji peyvirê hat girtin, Wezîrê Karê Derve yê Rusyayê Sergey Viktoroviç Lavrov daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku ew di nava avakirinek nû dene. Piştî civîna Cenevre 2 ku bi armanca aştiya navxweyî pêş bixe bi ser neket, niha dixwazin rêveberiya Sûrî ji nûve ava bikin. Piştî Cenevre2 têk çû û dîsa Serokê Fermandariya OSO û Konseya Neteweya Muhalif a Şoreşger û Muxalifa Sûriyê (SMDK) Selîm îdris û cîgirê wî ji peyvirê hat girtin, Wezîrê Karê Derve yê Rusyayê Sergey Viktoroviç Lavrov daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku ew di nava avakirinek nû dene. Sergey Lavrov anî ziman ku ew dê rêya diyaloga bi Rojava re terk bikin û dîsa bijartina leşkerî dîsa têxin rojevê. Lavrov anî ziman ku ew armanc dikin ku dîsa li şûna SMDK'ê rêxistinbûnek nû cih bigire. Lavrov, da zanîn ku muxalefet dê bi avakirinek nû bi hevîne ku piştgiriyê ji Libyayê bigirin. (mae)