Li Cezayîrê balafir ket: Zêdeyî 100 mirî 2014-02-11 16:53:34 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li bakur-rojhilatê Cezayîrê, balafireke rêwiyan ket xwarê û li gorî agahiyên destpêkê di bûyerê de zêdeyî 100 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku balafir 450 kîlometre dûrî paytext Cezayîrê li herêma Um el-Buagî ketiye xwarê. Tê gotin ku di balafirê de leşker û malbatên wan hebûn. (yş)